04:29 21 Îlon 2017
Zindî
    PKK-Qendil

    PKKê êrişî leşkerên tirk kir: Leşkerek mir 2 leşker jî birîndar bûn

    © AP Photo/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 40 0 0

    Endamên PKKê li navçeya Çelê ya Colemêrgê êrişî baregeha leşkerî ya Tirkiyê kirin û di encama êrişê de leşkerekî hat kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

    Li gor daxuyaniya Walîtiya Colemêrgê li navçeya Çelê ya bajarê Colemêrgê li dijî baregeha leşkerî ya sînor ji aliyê endamên PKKê ve, bi hawanan êriş hatiye kirin.

    Di daxuyaniyê de hatiye aşkerekirin ku di encama êrişê de leşkerekî hatiye kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

    Leşkerên birîndar rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.

    Herwiha di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, ku operasyonên leşkerî didomin.

    Bi heman mijarî:

    PKK: 2 fermandarê me jiyana xwe ji dest da
    Îdîaya:‘PKK li Şingalê tunelan dikole'
    Koma Krîza Navnetewî bang li PKK û PYDê kir
    'Balafirên şer ên tirk çeperên PKKê û YPGê bombebaran kirin'
    Rapora Îstixbarata Almanî cihekî fireh da PKKê
    Etîketan:
    leşker, êriş, PKK, Walîtiya Colemêrgê, Colemêrg, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de