23:08 20 Îlon 2017
Zindî
    Sinan Çiftyurek Serokê Giştî yê OSPê

    ‘Li Maltepeyê çima behsa kurdan û daxwazên wan ne hat kirin?'

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 78 0 0

    Serokê Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) Sinan Çiftyurek di derbarê naverok û encamên ‘Meşa Edalatê' û mîtînga Maltepe de axivî û ev pirsa "Raste ku Kiliçdaroglu yek bi yek behsa yên ku rastî zilmê hatine kir û got ku ‘ji bo wan meşîyan' lê kêm e. Eger bi gotinekê jî be çima di nava kesên ku rastî zilmê hatine de we behsa kurda nekir?"

    Naverok û encamên ‘Meşa Edalatê' û mîtînga Maltepe ya li bajarê Stenbolê ya Tirkiyeyê ku bi pêşengîya CHPê pêk hat li bajarên kurda tê nîqaş kirin. ‘Meşa Edalatê' eger çiqas gavek erenî jî tê dîtin, lê têkildarî naveroka wê de rexne tên kirin. Serokê Partiya Azadî û Sosyalîzmê (OSP) Sinan Çiftyurek di derbarê meşe de diyarkir ku girseyîya ku li Maltepe kombû encamek li bende bû. Çiftyurek balkişand ser axaftinên Kiliçdaroglu û got: "Kiliçdaroglu di axaftina xwe ya ku bi ‘maf, hiquq, edalet' destpêkir de eşkare kir ku ji bo parlamanter û rojnamevanên girtî, kesên ku ji zanîngehan hatin avêtin, zarok û jinên karker, leşkerên girtî, şehîd, xazî yan meşiyan. Lê balkêşe ku di axaftina xwe de behsa kurdan ku mexdurên herî mezin yên edalet û hiquqê ne, nekir."

    ‘MA EV NE ZILMA ASTA HERÎ MEZIN BÛ?'

    Çiftyurek wiha pê de çû: "Raste ku Kiliçdaroglu yek bi yek behsa yên ku rastî zilmê hatine kir û got ‘em ji bo wan meşîyan' lê kêm e. Ya ne raste ew e ku qet behsa daxwazên kurda nekir. Ji Xwedê bitirsin, li vî welatî ku sedsal zêdetire kî ne rastî zilmê tên? Kî rastî komkujî û qirkirinê hat? Kurd! Bi dehan şaredarên girtî yên kî ne? Kurdin! Şêx Seîd, Seyid Riza ku hêj gorên wan ne hatine dîtin, Roboskî, Sûr, Cizîr, Nisêbin, di serî de Ceylan Onkol û bi dehan zarokên ku hatin kuştin… Ev li ku çêbun? Li Kurdistanê! Ma ev ne zilma asta herî mezin bu? Wiha bu! Eger bi gotinekê jî be çima di nava kesên ku rastî zilmê hatine de we behsa kurda nekir?

    ‘EGER LI KURDAN Û DAXWAZÊN WAN XWEDÎ DERNEKEVIN EM MESELE NAYÊ ÇARESERKIRINé

    Çiftyurek balkişand ser daxwazên Kilicdaroglu ku di mitinge de anî ziman û wiha berdewam kir: "Ev daxwaz bi giştî daxwazên burjuvaya demokratîk û anîna ziman jî raste. Başe lê mijara kurd û daxwazên kurdan ma ne daxwazên burjuva demokratîk in? Bi salana tê dîtin ku eger li kurdan û daxwazên kurdan xwedî dernekevin ev mijar çareser nabe, gelo çima ev mijar jî bi dengekî bilind neanî ziman?"

    Bi heman mijarî:

    Pervin Buldan di derbarê piştgirîdayîna meşa edaletê de daxuyanî da
    Kiliçdaroglu ‘Meşa Edaletê' wê li Maltepeyê neqede
    Ji Baydemir şîroveya ‘Meşa Edaletê': Ev encama wêrekiya Demirtaş e
    Di çalekiya ‘Meşa Edaletê' ya Kiliçdaroglu de kesekî jiyana xwe ji dest da
    CHP piştî girtina Berberoglu ji Enqerê heta Stenbolê meşa ‘edaletê’ li dar dixe
    Etîketan:
    edalet, zordarî, zilm, meş, kurd, Sputnik, Sinan Çiftyurek, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de