06:52 26 Îlon 2017
Zindî
    Berdevkê HDPê Osman Baydemir

    Baydemir: Min jî dixwest ji bo serxwebûna Kurdistanê dengê erê bidim

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 9810

    Berdevk û Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemir di Kanala Waar de bersiva pirsên Eyup Demir da û got: "Min jî dixwest di referanduma serxwebûna Kurdistanê de dengê erê bidim."

    Berdevk û Parlamenterê HDPê yê Rihayê Osman Baydemir di Kanala Waar de bersiva pirsên Eyup Demir da û got: "Referanduma serxwebûnê wê li ser her çar parçê Kurdistanê tesîreke erênî derxîne der. Heke dengê min di vê referandumê de heba minê yekser biçûma û dengê erê bidaya."

    Osman Baydemir di berdewamiya axaftina xwe de got: "Ez hêvî dikim ev referandum bê qeza û bê bela pêk were. Encama referandumu çi dibe bila bibe, gerek hemû hikûmet û dewletên cîhanê rêzê bigrin. Li hemû Rojhilata Navîn pirsgirêka sereke pirsgirêka kurdan e. Ji bo ku Rojhilata Navîn bigîhîje aramîyê pêwîste kêşa kurd çareser bibe. Li Başûrê Kurdistan gelê Kurd heke bigîhîje serxwebûna xwe ez bi bîr û bawerim ku rê û rêbazê aramîyê ji bo hemû Rojhilata Navîn wê veke. Daxwaza Kurdistanê çi bixwaze ser serê me ser çavê me ye û em qebûl dikin. Di vî astê de pêşnîyareke me heye, hemû hîzbên Herêma Kurdistan berîya referandumê bi hev bikin, berîya referandumê werin ba hev. Heke bên gel hev, hikûmeta Tahranê, hikûmeta Bexdayê, hikûmeta Şamê, hikûmeta Enqerê wê gavê dê nikaribîn deste xwe yê tevlîhev têkin nava îtîfaqa gele kurd."

    ‘DIVÊ KURD TIFAQA XWE AVA BIKIN'

    Baydemir di bersivdayîna pirsa ‘heke tifaqa nav kurdan ava nebe pêşerojê dê çi bibe' got: "Heke navbera kurdan da tifaq çênebe, partiyên kurd li hev nekin, mixabin di nav vê kêşeyê de hikûmetên din dê li berjewendîyên xwe bigerin. Berjewendîyên hemû hikûmetan jî têkçûna kurdan de ye. Ana em li Esad dinhêrin li Şamê nikare sere xwe ji kozikê derxîne, her derê wî hatîye dorpêçkirin, kurd li axa xwe, welatê xwe diparêzin dibêje ez xetel metel naxwazim kurd pêşkevin bibin xwedî statû, bibin xwedî federasyon. Kuro lawo tu nikarî sere xwe ji kozikê derxînî. Dîsa li nêrîna Enqerê, Bexdayê, Tehranê dinhêrî ji ya Şamê cûdatir nîne."

    Bi heman mijarî:

    Osman Baydemir: Dê me jî biavêjin zindanê
    Osman Baydemir hat berdan
    Osman Baydemir: Ev 171 roj in em li benda edeletê ne
    Osman Baydemir: Na Ji Birakujiyê re
    Osman Baydemir bû berdevkê nû yê HDPê
    Ji bo Osman Baydemir 3 sal cezayê hepsê hat xwestin
    Etîketan:
    Berdevk û Parlamenterê HDPê yê Rihayê, Osman Baydemir, Tirkiye, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de