09:44 24 Îlon 2017
Zindî
    Qurbaniyên wezayîtên zirxî

    ‘Di nava 2 salan de 22 kes dibin wesayîtên zirxî de can dan'

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 42 0 0

    Însiyatîfa Heq a Amedê eşkare kir ku Di nava salakê de li Mêrdin, Amed, Wan û Şirnexê nêzi 10 kes, di nava 2 salan de 22 kes dibin wesaitên zirxî de can dan. Însiyatîfê diyarkir ku maşîneyên zirxî gefan li mafê jiyanê dixwin.

    Di nava salakê de li Mêrdin, Amed, Wan û Şirnexê nêzi 10 kes, di nava 2 salan de 22 kes dibin wesaitên zirxî de can dan. Têkildarî mijarê Însiyatîfa Heq a Amedê bal kişand ser buyerên maşîneyên zirxî yên dibin sedema mirina welatiyan. Însiyatîfa Heq di daxuyanîya xwede de piştrast kir ku maşîneyên zirxî gefan li mafê jiyanê dixwin û ev tişt got: "Ji roja destpêkê heta niha em bi dengekî bilind li dijî pêvajoya pevçûnê derdikevin. Maşîneyên zirxî yên bi lez û bez dikevin kuçeyên teng, an jî di rêyan de dewriye digerin, di serî de mafê jiyanê, gefan li azadiya welatiyan dixwin. Di serî de li Amedê, li gelek bajarên Kurdistanê, gelek welatî bi maşîneyên zirxî jiyana xwe ji dest dan."

    DI NAVA 2 SALAN DE 22 MIRIN

    Di dewama daxuyaniyê de hat gotin ku di salên dawî de gelek welatiyan ji ber maşîneyên zirxî jiyana xwe ji dest dane û ev agahî hat dayîn: "Bi destpêkirina pevçûnan re, maşîneyên zirxî yên ku li welatiyan dane, di 7'ê nîsana 2016'an de li Amedê Hatun Elhuman (55), di 7'ê Hezîranê de li Şirnexê Bunyamîn Bayaram (6), di 6'ê Îlonê de li Dersimê Naciye Ozdemîr (71), di 24'ê Cotmehê de li Şirnexê Hakan Sarak ê 5 salî û bi giştî 4 kesan jiyan xwe ji dest da. Di sala 2017'an de; di 9'ê Sibatê de li Mêrdînê Berfîn Dîlek (7), di 18'ê Nîsanê de li Wanê Samî Uçan û 8 sivîl, di 4'ê Gulanê de li Şirnexê Muhammed (7) û Furkan (6) ên birayên hev, di 14'ê Hezîranê de li Amedê Pakîze Hazar (85), di 20'ê Hezîranê de li navçeya Licê ya Amedê maşîneya zirxî li maşîneya welatiyên sivîl xist, 5 kes li vir bi giştî 18 kesan jiyana xwe ji dest da. Ji derveyê van bi hincetên wekî alavên leşkerî xirabe ye û 'qezayên' ku bi rêya panzeran pêk hatine jî bûn sedema mirna gelek welatiyan."

    Di dawiya daxuyanyê de herî dawî bûyera M.O. yê 5 salî yê li navçeya Xîzanê ya Bedlîsê jî hat bibîrxistin û ev tişt hat gotin: "Bêguman sedema van bûyeran ji ber şer û pevçûnên herêmê ye û ji ber ku ev rewş hêzên dewletê dixe nav rihetiyekê, xwe di her warî de serbest dibînin, ev dibe sedema rewşên wiha."

    Bi heman mijarî:

    ‘Li sînorê Îranê 39 kolberên kurd hatin kuştin û 83 jî birîndar bûn'
    Di êrişê de 15 jê polîs 47 kes hatin kuştin
    Li Colemêrgê şer: Polîsek hat kuştin
    5 ji wan fermandar 63 mîlîtanên DAIŞê hatin kuştin
    Li taxên başûrê bajêr şer giran e, 16 milîtan hatin kuştin
    Etîketan:
    Qurbaniyên wesayîtên zirxî, Wan, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de