16:00 20 Îlon 2017
Zindî
    Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş

    Hevserokê HDPê Demirtaş bi nameyekê bersiv da Serokomar Erdogan

    © AFP 2017/ STRINGER
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 14840

    Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş bersiv da Serokomar Erdogan ku ji bo Demirtaş gotibû ‘ew kesekî terorîst e ku bû sebebê kuştina 53 hemwelatiyên min ên kurd'.

    Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş bi nameyeke vekirî bersiv da Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ku ji bo Demirtaş gotibû ‘ew kesekî terorîst e ku bû sebebe kuştina 53 hemwelatiyên min ên kurd'.

    Demirtaş di nameya xwe ya vekirî de got: "Banga min ji bo Serokê Giştî yê AKPê. Pêşî di şexsê min de heqareta ku te li milyonan kiriye ez îadeyî te dikim. Lê ji aliyekî din ve jî ji bo vê mikurhatina te spasiya te dikim. Bi vê îdîaya xwe te îspat kir ku pêvajoya darazayê ku derheqê me de dimeşe eleqeya wê bi darazayê tuneye."

    ‘DEMIRTAŞ EZ SPASIYA TE DIKIM'

    Hevserokê HDPê di berdewamiya nameya xwe de got: "Ez banga vekirî dikim. Ev 8 meh in dadger û dozgerê ku di bin fermana te de ne ji bo banga min a 9-8ê Cotmehê ya Kobanî tu delîl bi dest nexistin. Heke di destê te de delîlêk hebe ez dixwazim tu wan delîlan teslîmî dozgerê di bin emrê te de ne bike."

    Selahattin Demirtaş di dirêjiya nameya xwe ya vekirî de ji bo Erdogan got: "Berî ku dadgeha min dest pê bike tu min bi terorîstî îlan dike û hikm li biryara dadgehê dike. Ji bo ku te hemû dadgehkirinên pêşerojê bê wate kirin ez spasiya te dikim. Zû dereng ez ê derkevim pêşberî dadgeran. Li wir kî terorîst kî qatil wê di çavê raya giştî de zelal bibe. Ji xwe li cem Xweda her tişt tê zanîn."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan hevdîtinek surprîz bi Trump re pêk anî
    Ji Erdogan nirxandinek balkêş: Me eleqedar nake
    Erdogan pirsa ‘hûn herî zêde bi Pûtîn an jî bi Trump bawer in' bersivand
    Erdogan: Gef ji YPGê were, em ê tevî Artêşa Azad operasyonê bikin
    Erdogan: Almanya bi destûrnedayîna axaftina min xwe dikuje
    Etîketan:
    Serokomarê Tirkiyeyê, Hevserokê HDPê, Recep Tayyip Erdogan, Selahattin Demirtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de