17:48 23 Îlon 2017
Zindî
    Polîs

    Li Hatayê li dijî polîsan êrişa çekdarî: 2 kuştî û 1 birîndar

    © AP Photo/ Hussein Malla
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 50 0 0

    Li Hatayê li navçeya Antakyayê li hemberî noqteya kontrol a polîsan êrişa çekdarî pêk hat, di êrişê de 2 polîs hatin kuştin û 1 birîndar bû.

    Li navçeya Antakya ya Hatayê li hemberî noqteya kontrol a polîsana Midûriyeta Trafik a Herêmê ji wesayîteke nenas êrişa çekdarî pêk hat, di êrişê de 2 polîsan canê xwe ji dest da û polîsek jî birîndar bû. Li gorî çavkaniyên ji bo êrişkar werin girtin operasyoneke berfireh hatiye lidarxistin.

    Bûyer şevê din seet li derdora 22.00an li herêma Derince li Midûriyeta Trafîk a Herêmê ku li kêleka Kampusa Tayfur Sokmen a Zanîngeha Mustafa Kemal (MKU) pêk hat.

    Polîsên Midûriyeta Trafîk a Herêmê kontrola wesayîtên ku diçûn û dihatin dikirin û ji nişkê ve ji wesayîteke nediyar gule li wan hat reşandin. Polîsan jî bersiva êrişkaran da û şer û pevçûn derket. Di pevçûnan de 3 polîs birîndar bûn û bi ambulansê rakirin

    Nexweşxaneya Lêkolîn a MKUyê lê ji ber windakirina xwîna zêde 2 polîsan canê xwe ji dest da û dermankirina polîs3en din berdewam e.

    Bi heman mijarî:

    Li Dîlokê êrişa çekdarî: Yek jê giran 5 birîndar
    Li dijî avahiya hikûmetê êrişa çekdarî
    Li Stenbolê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
    Li Amerîkayê êrişa çekdarî: Endamekî Kongreyê birîndar bû
    Li Munîhê şerê çekdarî: Brîndar hene
    Etîketan:
    2 kuştî û 1 birîndar, Li dijî polîsan êrişa çekdarî, Hatay, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de