14:45 19 Îlon 2017
Zindî
    Suryanî-dêr-dêra suryaniyan

    Sûryanî yên Mêrdinê bi sala ne doza erd û warên xwe dimeşînin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 71 0 0

    Suryaniyên Mêrdinê bi salan e doza mal û milken xwe dikin. Herwiha derket holê ku biryar hatiye dayîn erdê suryaniyan dewrî Diyanetê bê kirin. Suryanî yên ku doza erden xwe dikin serî li dadgehên Tirkiyeyê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa ye da ne. Serokê Weqfa Dêra Mor Gabriel Kuryakos Ergun xwest ku erd ên dêrê bên îade kirin.

    Li Mêrdinê gelek milk û warên Sûryaniyan ên wekî dêr, keşişxane, goristan û warên dîrokî dewrî Serokatiya Karên Dîyanetê hatine kirin. Piştî bertekên raya giştî Walitîya Mêrdinê ev biryar betal kir. Lê derket holê ku ev ne biryarek yekem e. Dewletê 10 sal berê dest danî ser gelek mal û milkên Suryanîyan. Di wê demê de bi hezaran donim erde Dêra Mor Gabrîel ji Suryanîyan hat standin û hinek jê dan gundîyan, hinek jê dan xezineyê û hinek jî weke daristanê hat qeydkirin. 12 parçeyên ku dan Sûryanîyan jî bi biryara dadgehê dîsa ji wan girtin. Piştî vê bûyerê Weqfa Dêrê serî li dadgehê da. Piştî dozê 12 parçe erd wergirtin. Ji bo 18 parçeyên din jî biryar derneket. Weqfa Dêrê 10 sal e li du doza erde xwe ne. Dosyeyek li Dadgeha Bilind ya Tirkiyê ye, yek jê jî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa ye.

    ‘EV ERD 2 HEZAR SAL E KU YÊN ME NE'

    Serokê Weqfa Dêra Mor Gabriel Kuryakos Ergun diyarkir ku hikumetên berê soz ên xwe bi cîh ne anî ne û got: "Ev pirsgirêk di sala 2008an bi xebata kadastro destpêkir. Xezineyê dest danî ser gelek mal û milkên dêrê. Di sala 2013an de Serok Wezirê wê deme Recep Tayyip Erdogan got ‘Ez ê pirsgirêka Mor Gabriel çareser bikim.' wî hêviyek mezin da me. Lê piştre ji 30 parçeyan tenê 12 parçe dan me. Dosyayekî me li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa ye, yek jî li Dadgeha Bilind ya Tirkiyê ye. Em dixwazin ev pirsgirêk çarser bibe. Misliman an jî Xiristîyan gele heremê tev şahide ku ev erd 2 hezar sal e ku yên me ne."

    Ergun ragihand ku heger dadgehên Tirkiyê biryarek erenî ne din dê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa ye bidin.

     

    Bi heman mijarî:

    Wezareta Karûbarên Olî: Beşdarbûna referandûmê erkeke olî ye
    Iraq: Em ê di çend saetan de mizgîniya şerê Mûsilê ragihînin
    Li Sêrtê û navçeya Hezexê 24 siyasetmedarên kurd hatin desteserkirin
    Mam Celal serdana Îranê dike
    'Balafirên şer ên tirk çeperên PKKê û YPGê bombebaran kirin'
    Etîketan:
    doz, suryanî, erd, Sputnik, Kuryakos Ergun, Mêrdîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de