01:14 26 Îlon 2017
Zindî
    Polês, êriş, operasyon, leşker

    Li Sêrtê û navçeya Hezexê 24 siyasetmedarên kurd hatin desteserkirin

    © REUTERS/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 2910

    Hêzên ewlekariya Tirkiyeyê li bajarê Sêrtê 15 û li navçeya Hezexê ya Şirnexê jî 9 endamên DBPê binçav kirin.

    Hate diyarkirin ku di çarçoveya "operasyonên li dijî PKKê" de li bajarê Sêrtê 15 endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) binçav kirin.

    Hate ragihandin ku, hêzên ewlekariyê di operasyoneke hemwext de avêtine ser malên endam û rêveberên DBPê û 15 endam û rêveberên wê partiyê binçav kirine.

    Ji aliyê din ve, li navçeya Hezexê ya Şirnexê jî di heman çarçoveyê de operasyonek hatiye kirin û 9 endamên DBPê hatine binçav kirin.

    Kesên hatine binçavkirin, ji bo jêpirsînê şandin rêveberiya ewlekariyê.

    Li gorî rayedarên DBP û HDPê, operasyonên di bin navê "operasyonên li dijî PKKê" têne kirin, operasyonên "qirkirina siyasî" ne, hemû endam û rêveberên partiyên wan dikin armanc.

    Bi heman mijarî:

    Li sînorê Tirkiye-Sûrîye bombeya xwekujî hat desteserkirin
    Ciwanê astengdar li nexweşxaneyê rastî destdirêjiyê hat: 2 kes hatin desteserkirin
    Di navbera hêzên ewlehî û çekdaran de şer: 3 kuştî û 5 jî hatin desteserkirin
    Parlamenterê HDPê ya Êlihê hat desteserkirin
    Xebatkarên RT yên li Îranê hatibûn desteserkirin hatin berdan
    Etîketan:
    PKK, siyasetmedar, kurd, operasyon, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de