04:53 26 Gulan 2018
Hevseroka HDPê Serpil kemalbay

Hevseroka HDPê: Li edliyê û li dadgehan edalet tune

© Sputnik / Sertaç Kayar
Tirkiye
Lînkê kurt
Sertaç Kayar
0 0 0

Hevseroka Giştî ya HDPê Serpil Kemalbay bertek nîşanî kelepçekirina Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş da û got "Li edliyê û li dadgehan edalet tune. Tu saziyên dewletê na xebite. Dozger û dadger tev di bin gefxwarin û zextên qesrê dene."

Li Dadgeha Cezaya Esliye ya 35emîn a Enqereyê biryar bû ku îro Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş wek cara yekemîn derketina pêşberî dadgehê. Lê Serokê HDPê Demîrtaş kelepçekirin qebûl nekir û ew nebirin dadgehê. Hevseroka Giştî ya HDPê Serpil Kemalbay, parlamanterên HDPê, parêzerên Demirtaş û hevsera Demirtaş Başak Demirtaş li ber edliyeyê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de Kemalbay axivî û diyarkir ku Demritaş kelepçekirin red kirîye û ne hatîye dadgehê.

‘LI EDLİYÊ Û DADGEHAN EDALET TUNE'

Kemalbay ev tişt gotin: "Selahattin Demirtaş Hevserokê Giştî yê HDPê û hêj parlamanterê û destnedayîna wî heye. Ev kiryar merhekeyek di ya bê hiquqiyê û pêvajoya darbeye ye. Em dizanin ku hiquq tune. Gelên me xwedî li Demirtaş derdikeve û dê vê tekoşinê bi domîne. Demirtaş bi qasî Wezirê Dadê û Wezirê Navxweyî destnedana wî heye. Axaftinên wî ne sûc e, ev tenê bi kuştina hiquqê mimkune. Li edliyê û li dadgehan edalet tune. Tu saziyên dewletê na xebite. Dozger û dadger tev di bin gefxwarin û zextên qesrê dene."

Bi heman mijarî:

Li 23 gundên Mêrdînê qedexeya derketina derve
Li parlametoya Tirkiyeyê êdî ji peyva ‘Kurdistan' re cezayê pere tê birîn
Ji bo Demirtaş kelepçe nexist destê xwe ew nebirin dadgehê
Li Stenbolê li 32 navçeyan operasyon: 57 kes hatin binçavkirin
Ji Erdogan nirxandinek balkêş: Me eleqedar nake
Etîketan:
Hevseroka HDPê, Serpiş Kemalbay, Amed, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de