20:29 24 Gulan 2018
    Qedexe derketina derve

    Li 23 gundên Mêrdînê qedexeya derketina derve

    © AP Photo / Halit Onur Sandal
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li 23 gundên navçeyên Mahsert, Nisêbîn û Artukluyê yên girêdayî Mêrdînê qedexeya derketina derve hat ragihandin.

    Walitiya Mêrdînê di malpera fermî de diyarkir ku li 23 gundên Mêrdînê qedexeya derketina derve hatiye ragihandin. Walîtiyê diyar kir ku li gundên ewarêx, Yestê, Miştînê yên girêdayî Mehsertê, gundên Xirbeka, Dêrcem, Çalê, Herbê, Hebîs, Bizgûr, Cinata Miho, Cinata Hiso, kurik,korukoy, stilîlê, Cibilgiraw, Talat, Xerabreşk, Serikanya, Bezek, Şabanê yên girêdayî Nisêbîne û gundên Ehmediyê, Kurka Çeto û Sarincê yên girdêdayî Artukluyê qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.

    Walîtiyê anî ziman ku heta fermana duyemîn dê qedexe bidome. Li herêmên ku qedexeya derve hat îlankirin liv û tevgera leşkeran zêde bûye.

     

    Bi heman mijarî:

    Li paytexta Tirkîyê qedexeya çalakîyan hat ragihandin
    Qedexeya li 25 gundên Amedê hat rakirin
    Li 25 gund û herêmên Qulpê qedexeya derketina derve hat ragihandin
    Li 25 herêmên Colemêrgê qedexeya derketina derve hat ragihandin
    Li 14 gund û mezrayên Xîzanê qedexeya derketina derve hat ragihandin
    Etîketan:
    Qedexeya derketina derve, Walîtiya Mêrdînê, Mêrdîn, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de