21:41 21 Çile 2018
Zindî
    Parlamentoya Tirkiyeyê

    Li parlametoya Tirkiyeyê êdî ji peyva ‘Kurdistan' re cezayê pere tê birîn

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    MHP û AKP li ser guherîna rêziknameya parlamentoya Tirkiyeyê li hev kirin. Li gorî rêziknameyê parlamenterê ku sond nexwe wê parlamenter neyê hisabê.

    Piştî qebûlbûna guherîna Destûra Bingehîn di referandumê de MHP û AKP li ser rêziknameya Parlamentoya Tirkiyeyê pêşnûmayek amade kirin û herdu partî di guherînê de li hev kirin. Guherîna rêxihnameya rêvebiriya parlamentoyê ji 17 xalan pêk tê û dê îro rêziknameya nû pêşkêşî Serokatiya Parlamentoyê bikin.

    Di guherîna rêziknameya ku MHP û AKP li ser li hev kirin de suprîzên nû jî hene, li gorî rêziknameyê cezayê pereyan ji peyvên wek ‘Kurdistan' û ‘Amed' re tê birîn. Di guherînê de yek ji xala din jî parlamenterê ku sond nexwe dê parlamenter neyê hesibandin û ji mafê wê îstîfade neke. Ev jî pêşî Parlamentera HDPê ya Agirî Leyla Zana tîne hişê mirov.

    Bi heman mijarî:

    HDPê ji bo girêvên birçîbûnê serî li Parlamentoya Tirkiyeyê û Wezareta Dadê da
    Serokê Parlamentoya Almanyayê: "Li Tirkiyeyê du hewldanên derbeyê çêbûn"
    Li Parlamentoya Tirkiyeyê li hemberî Kurdî bertek
    Carter li parlamentoya Tirkiyeyê got: "Em dostê we ne"
    Baydemîr: ‘Cihê kurdan li parlamentoya Tirkiyeyê nemaye'
    Etîketan:
    Parlamentoya Tirkiyeyê, MHP, AKP, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de