14:53 26 Gulan 2018
Selahattin Demirtaş

Ji bo Demirtaş kelepçe nexist destê xwe ew nebirin dadgehê

© AFP 2018 / OZAN KÖSE
Tirkiye
Lînkê kurt
0 02

Îro yekem car Hevserokê Giştî yê Partiya Demokrasiya Gel (HDP) Selahattin Demirtaş derdikete pêşberî dadgehê. Demirtaş ji bo kelepçe qebûl nekir ew nebirin dadgehê.

Li Dadgeha Cezaya Esliye ya 35emîn a Enqereyê biryar bû ku îro Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş wek cara yekemîn derketiana pêşberî dadgehê. Lê Serokê HDPê Demîrtaş kelepçekirin qebûl nekir û ew nebirin dadgehê.

Wek tê zanîn Hevserokên HDPê Selahattin Demirtaş û Fîgen Yuksekdag roja 4ê Mijdara 2016an li bajarê Amedê ji terefê hêzên ewlehî yê tirk ve hatibûn girtin.

Heta niha hemû rûniştinên dadgehê yên Demirtaş bi riya sîstema SEGBÎSê ango bi riya dîmenên rasterast (vîdeokonfrans) hatibûn birêvebirin.

Bi heman mijarî:

Demirtaş cara ewil li pêşberî dozger dê parastina xwe bike
Demirtaş di derbarê meşa edaletê de peyam şand
DMMEyê ji bo Demirtaş û parlamenterên girtî parastin ji Tirkiyeyê daxwaz kir
Demirtaş name ji Gulmen û Ozakça re şand
Dadgehê di doza Yasîn Boru de Demirtaş kir bersûcê tawanê
Etîketan:
Hevserokê HDPê, Selahattin Demirtaş, Enqere, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de