20:33 24 Gulan 2018
    Recep Tayyip Erdogan

    Ji Erdogan nirxandinek balkêş: Me eleqedar nake

    © REUTERS / Ümit Bektaş
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 03

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di şîroveya xwe ya ji bo biryara Parlamentoya Ewropayê de got: "Biryara Ewropayê me eleqedar nake."

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di balafirê ji bo çûna Zîrweya G20ê de bersiva pirsên rojnamevanan da. Erdogan di bersiveke ji bo biryara Parlamentoya Ewropayê ya duhî de got: "Ti qîmet ji vê biryara Ewropayê re tuneye û ev biryar me eleqedar nake. Ev mijar di rojeva min de tuneye. Heke ez vê mijarê têxim rojeva xwe ev tê wateyê ku girîngiyê didimê."

    ‘ELEQEYA KILIÇDAROGLU BI EDALETÊ TUNEYE'

    Erdogan di berdewamiya axaftina xwe de ‘Meşa Edaletê' ya Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu nirxand û got: "Li gorî dîtina min Kiliçdaroglu ne xwediyê nêrîneke edalêtê ye. Niha dimeşe. Bi rastî dema dimeşe pergala kamuyê jî xera dike. Halbukî li şûna meşe dikare mitîngan bike. Çima nake? Hema dibêje edalet û ne tiştekî din. Maç i eleqeya te bi edaletê heye. Me partiya xwe li ser edaletê ava kir."

    Serokomar di dirêjiya axaftina xwe de got: "Meşa bi tîşortên ku edalet li ser nivîsandî edalet nayê. Rêyan digirin û însanan aciz dikin. Di wê germê de kesên ku di trafîkê de dimînin hene. Digel vê jî em parastina wan dikin. Kî bi kî re dimeşe. Miletê me van hemûyan dibîne û dê li gorî vê nirxandinekê bike."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan ji bo referandumê got: Kurd wê poşman bibin
    Erdogan pirsa ‘hûn herî zêde bi Pûtîn an jî bi Trump bawer in' bersivand
    Erdogan: Gef ji YPGê were, em ê tevî Artêşa Azad operasyonê bikin
    Erdogan: Almanya bi destûrnedayîna axaftina min xwe dikuje
    Erdogan bi Serokwezîra Brîtanyayê re axivî
    Etîketan:
    Zîrweya G20ê, Serokê Giştî yê CHPê, Serokomarê Tirkiyeyê, Recep Tayyip Erdogan, Ewropa, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de