20:32 24 Gulan 2018
    Jandarma - Cenderme

    Jina ducanî ya Sûriyeyî piştî tecawizê tevî zaroka 10 mehî hat kuştin

    © AFP 2018 / Sedat Budak
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Jineke ducanî ya hemwelatîya Sûrîyê tevî zaroka xwe ya 10 mehî li bajarê Sakarya yê Tirkiyê piştî ku hat revandin, hatin kuştin.

    Hat zanîn ku jina bi navê Emanî Arrahman a ducanî tevî zaroka xwe ya 10 mehî hat revandin û wan kesên ew revandin, piştî destwerdana cinsî lê kirin, ew û zaroka wê ya 10 mehî bi keviran kuştin.

    Li gor zanyarîyên medya Tirkiyê jina Sûriyeyî bi zaroka xwe ya 9 mehî jî ducanî bû û zaroka wê ya 10 mehî jî ligel wê bû dema hat revandin.

    Gumanbarên bûyerê B.K û C.K ku ji aliyê cendermeyan ve hatin binçavkirin, li tawana ku kirine mikur hatin.

    Hat ragihandin ku bûyer piştî gengeşîya li cihê kar qewimî ye û gumanbaran derengîya şevê derîyê mala jina navborî şikandiye û piştî ew revandine, li daristaneke navçeya Kaynarca ya Sakaryayê ew û zaroka wê bi keviran kuştine.

    Lêpirsîna derbarê bûyerê de berdewam dike.

     

    Bi heman mijarî:

    Li Siûdî êrîşa bombeyî: Leşkerek mir, 6 jî birîndar bûn
    Rûsyayê ji bo hevdîtina bi Amerîkayê re şert danî: Ne şerê Şamê yê DAIŞê bikin
    Barzanî: Piştî serxwebûnê 'em garantîyeke temam didin'
    Qeter: Ambargo helwesteke êrîşkarî ye, Îran mahne ye
    'PYDê rêveberîya petrola Rimêlanê da hikûmeta Sûrîyê’
    Nivîskarê kurd Yanliç li Amedê hat binçavkirin
    Etîketan:
    Tecawiz, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de