12:19 26 Îlon 2017
Zindî
    Nivîskar Hasîp Yanliç - Endamê PENA Kurd - Amed

    Nivîskarê kurd Yanliç li Amedê hat binçavkirin

    © Sputnik/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 11501

    Endamê PENa Kurd û Komeleya Nivîskarên Kurd nivîskar Hasîp Yanliç di serdegirtina malê de hat binçavkirin.

    Hat hînbûn ku di lêgerîna malê de pirtûka Hasan Cemal a bi navê "Delîla" jî di nav de 5 pirtûk hatine desteserkirin.

    Endamê PENa Kurd û Komeleya Nivîskarên Kurd ku bi KHKê hat girtin, nivîskar Hasîp Yanliç hat binçavkirin.

    Yanliç roja sêşemê di serdegirtina mala xwe ya li Taxa Bagcilarê ya navçeya Rezanê ya Amedê de hat binçavkirin.

    Hat zanîn ku Yanliç li Şaxa TEM'ê ya Muduriyeta Polîsan a Amedê tê girtin.

    PARÊZER DEVRAN MATYAR: PIRTÛKA HASAN CEMAL Û TÎŞORTÊ WÊNEYÊ OCALAN HATINE DESTESERKIRIN

    Parêzer Devran Matyar, der barê rewşa muwekilê xwe de agahî dan û diyar kir ku ji ber ku biryara nepeniyê ya li ser dosyeyê, heya niha wan nikariye xwe bigihînin dosyeyê.

    Matyar got ku Yanliç di bin banê KCDê de perwerdehiya kurdî dida û bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" hatiye binçavkirin.

    Matyar got, dema binçavkirina Yanliç heta sêşema bê hatiye dirêjkirin.

    Parêzer Matyar anî ziman ku bêyî delîlan Yanliç di bin çavan de tê girtin û wiha axivî: "Di lêgerîna malê de pirtûka Hasan Cemal a bi navê "Delîla" jî di nav de 5 pirtûk hatine desteserkirin. Her wiha tîşortê ku li ser wêneyê Rêberê PKKê Abdullah Ocalan heye û diyarî wî hatiye kirin jî hatiye desteserkirin."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Şerê li Reqayê dijwar bû: 23 DAIŞî hatin kuştin
    Enqere: Piştî qedexeyê 26 xwepêşander hatin binçavkirin
    HDP beşdarî mîtînga meşa edaletê dibe
    Hevdîtina Pûtîn û Trump sibe piştî nîvro destpê dike
    Sûriye: Enqere partnerê sereke yê terorîstan e
    Silêmanî: Borî teqîya, 7 karker birîndar bûn
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de