07:43 28 Tîrmeh 2017
Zindî
    Dêra Surp Sarkîs

    Dêra Surp Sarkîs a Amedê bi rûxandinê re rû bi rû ye

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 141 0 0

    Li navçeya Sûra Amedê gelek berhemên dîrokî yek bi yek tune dibin. Yek ji wan jî Dêra Surp Sarkîs a Ermeniyên Katolîk e. Dêra tê gotin ku ji sedsala 16emîn maye îro bi rûxandinê re rû bi rû ye.

    Li navçeya Sûra Amedê di pêbajoya şer de gelek avahiyên dirokî hatin xerakirin. Gelek avahiyên ku zirar dîtin jî piştî pêvajoya şer bi tevahî hat xera kirin. Ji bilî wê taxên ku şer û pevçûn tune bu ji bo projeya TOKİyê tene xera kirin. Lê div ê projeyêde pêşeroja avahiyên dirokî hêj ne diyare. Yek ji van avahiyên dirokî Dêra Surp Sarkîs a Ermeniyên Katolîk e. Dêra Surp Sarkîs piştî komkujîya Ermenîyan weke febriqeya çeltûkê hat guhertin û navê wê jî wek Dêra Çeltûkê tê zanîn. Dêr aniha bi rûxandinê re rû bi rû ye.

    Ev dêr demek dirêj ji hêla axa û began ve wekî kadîn û gom hatiye bikaranîn, lê piştî wekî Fabrîqeya Çeltûkê hatiye bikaranîn, ew nav lê maye. Rixmî her tiştî jî dêr îro li ser piyan e, lê ji ber ku çavkaniyeke dîrokî li holê tune, di kîjan serdemê de hatiye çêkirin nayê zanîn. Hin çavkaniyên ku plan û endezyariya wê li ber çavan digirin, diyar dikin ku ev dêr ji sedsala 16emîn maye.

    BERHEMÊN DÎROKÎ TUNE DIBIN

    Di salên borî de ji ber sersariya rayedaran, Dêra Çeltûkê bi texrîbatên xwe hatiye rojevê, ji ber ku demek dirêj e nayê parastin bûye cihê heşîşkêşan. Dêra ku ji xezeba defînegeran jî para xwe girtiye, lê dîsa jî li ser piyan e, di dema kolandinê de gelek aliyên wê hatine texrîbkirin. Gelek kevirên di dîwar de ku bi hişmendiya dibe pere bike, hatine rakirin, bandoreke xirab li ser dêrê kirye. Dêra ku heta roja îro maye, îro bi xetereya rûxandinê re rû bi rû ye. Dêra ku ji hêla Wezareta Çandê û rêveberiyên herêmî ve nehatiye restorekirin, bi salan çavê xwe ji taxrîbagan re jî girtine û îro di bin navê 'qada bi xeter' de biryara rûxandinê hatiye girtin

    Bi heman mijarî:

    Navinîşana hênikbunê yên zarokên Amedê: Ava Anzeleyê
    Li Amedê 3 karsazên kurd hatin girtin
    Navnîşana hênikbûna zarokên Amedê: Anzele
    Li Amedê gelek karsaz hatin desterserkirin
    Qedexeya li 25 gundên Amedê hat rakirin
    Etîketan:
    Dêra Surp Sarkîs li ber rûxandinê ye, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de