20:40 24 Îlon 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn û Recep Tayyip Erdogan

    Erdogan pirsa ‘hûn herî zêde bi Pûtîn an jî bi Trump bawer in' bersivand

    © AFP 2017/ Alexander Zemlianichenko
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 9502

    Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Die Zeita almanî de pirsa hûn herî zêde bi Pûtîn an jî bi Trump bawer in' bersivand.

    Recep Tayyip Erdogan di hevpeyvîna xwe ya rojnameya Die Zeita almanî de pirsa hûn herî zêde bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn an jî bi Serokê Amerîkayê Donald Trump bawer in' bersivand. Erdogan di bersiva xwe de got: "Niha me bi bijarteyeke wiha rû bi rû nehêlin, mafekî we wiha tuneye. Em Tirkiye ne. Em bi Amerîkayê re jî û bi Rûsyayê re jî têkiliyên xwe xurt dikin. Dûrahiya navbera me û Amerîkayê zêdetirî 10 seetan e, lê bi Rûsyayê re ev dûrahî 2 seet û nîv e."

    ‘PROJE TÊKILIYAN BI PÊŞ DIXE'

    Erdogan di berdewamiya bersiva xwe de got: "Em bi Rûsyayê re cîran in û piştî Almanyayê herî zêde turîst ji Rûsyayê têne Tirkiyeyê. Di hecma bazirganiya derve de hedefeke me 100 milyar dolarî bi Rûsyayê re heye. Hecma bazirganî bi Amerîkayê re bi awayekî cidî kêm bû. Niha her welatê cihanê li berjewendiya xwe difikire û em jî vî tiştî dikin. Çend projeyên enerjî yên hevpar wekî Herka Tirkî û Santrala Nûkleerî ya Akkuyuyê ava dikin. Helbet ev proje têkiliyên me bi hev re zêde dike."

    Bi heman mijarî:

    Erdogan: Gef ji YPGê were, em ê tevî Artêşa Azad operasyonê bikin
    Erdogan: Almanya bi destûrnedayîna axaftina min xwe dikuje
    Erdogan bi Serokwezîra Brîtanyayê re axivî
    Naveroka hevdîtina Pûtîn û Erdogan yê li Hamburgê diyar bû
    Erdogan û Sergey Şoygu li hev civiyan
    'Erdogan xwest ku mizgefta lîberal were girtin'
    Etîketan:
    Têiliyên Tirkiye û Rûsyayê, Serokomarê Tirkiyeyê, Donald Trump, Vladimîr Pûtîn, Recep Tayyip Erdogan, Amerîka, Rûsya, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de