20:40 21 Îlon 2017
Zindî
    Artêşa Tirkiyeyê

    ‘Tirkiye li Efrînê bi Rûsyayê re li hev bike guhdariya Amerîkayê nake û dê operasyon bibe'

    © REUTERS/ Khalil Ashawi
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 16803

    Pisporê Rojhilata Navîn û hîndekarê Zanîngeha Kultur a Stenbolê Bora Bayraktar di axaftina xwe de ragihand ku Tirkiye ji bo Efrînê bi Rûsyayê re li hev bike guhdariya Amerîkayê nake û dê operasyonê bike.

    Pisporê Rojhilata Navîn û hîndekarê Zanîngeha Kultur a Stenbolê Bora Bayraktar di axaftina xwe ya bernameya Radyoyê Spûtnîkê de ji Yavuz Oghan re got: "Li herêmê faktora herî Rûsyayê, heke Tirkiye ji bo Efrînê bi Rûsyayê re li hev bike destûrê ji Amerîkayê wernagire û dê operasyonê bike. Şertê operasyona Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) ji bo Efrînê lihevkirina bi Rûsyayê re ye."

    ‘FAKTORA GIRÎNG RÛSYA YE'

    Bora Bayraktar di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di mijara operasyona Efrînê de Tirkiye destûrê ji Amerîkayê wernagire. Tirkiye operasyona xwe ya 24ê Tebaxê ya bi navê Mirtalê Firatê jî digel rexne û dijderketina Amerîkayê li dar xist. Li vir tiştê girîng lihevkirina Tirkiye û Rûsyayê ye. Yanî li gorî min li Sûriyeyê faktora sereke Rûsya ye, tiştekî Rûsya nexwaze wê bi hêsanî pêk neyê.

    Bayraktar di dirêjiya axaftina xwe de got: "Dema mirov li pozîzyona Efrîn û Idlîbê temaşe dike herdu cih jî nêzî baregehên leşkerî yên Rûsyayê ne. Lewma Rûsya aktorê sereke yê Sûriyeyê ye. Li hev kirin pêk were Tirkiye digel Amerîkayê jî wê operasyonê li dar bixe."

    Bi heman mijarî:

    Ji wezîrê tirk daxuyaniya Efrînê: Tirkiyeyê wê tiştê pêwist bike
    ‘Artêşa Tirkiyeyê bi çar aliyan ve dikeve Efrînê'
    Di êrişa Şehba û Efrînê de 4 sivîl birîndar bûn
    Tirkiye li ser Efrînê daxuyanî da
    HDP: Destwerdana Efrînê metirsiya şerê kurd û tirk zêdetir dike
    Etîketan:
    Tirkiye bi Rûsyayê re li hev bike dê têkeve Efrînê, Pisporê Rojhilata Navîn û hîndekarê Zanîngeha Kultur a Stenbolê, Bora Bayraktar, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de