21:42 25 Îlon 2017
Zindî
    Nexweşxane - Tenduristî - Xeste

    Ji bo destdirêjîya li nexweşxaneya Erxenîyê lêpirsîna îdarî hat destpêkirin

    © Flickr/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 35 0 0

    Wezarata Tenduristiyê ya Tirkiyê daxuyakirin ku wan derbarê destdirêjiya li Nexweşxaneya Erxeniyê de, lêpirsîna îdarî daye destpêkirin.

    WEZARETÊ LI SER NÛÇEYA SPÛTNÎK KURDISTANÊ LÊPIRSÎN DA DESTPÊKIRIN

    Wezarata Tenduristiyê ya Tirkiyê, piştî nûçeya ajansa Spûtnîk Kurdistan ya ku duh bi sernavê "Ciwanê astengdar li nexweşxaneyê rastî destdirêjiyê hat: 2 kes hatin desteserkirin" hat weşandin, daxuyanî da.

    PIŞTÎ ENCAMDANA LÊPIRSÎNÊ CEZA DIYAR DIBE

    Wezaretê di daxuyanîya xwe de aşkare kir ku derbarê buyerê de lêpirsîna îdarî hatîye destpêkirin. Wezaretê ragihand ku têkîldlarî bûyerê lêkolîna wan berdewam dike û piştî ku bi encam bibe dê pêvajoya cezayê destpê bike.

    2 KES HATIBÛN BINÇAVKIRIN

    Li navçeya Erxenî ya Amedê ciwanê bi navê D.S yê 26 salî li Nexweşxaneya Dewletê ya Erxenîyê rastî destdirêjiya hatibû. Li ser gilîkirina malbatê yek jê xebatkarê nexweşxaneyê 2 kes hatin desteserkirin.

    2 kesên ku destdirêji kiribûn sewqî dadgehê hatin kirin û ji 2 kesan xebatkarê nexweşxaneyê hat girtin û yê din jî bi şertê kontrola edlî hat serbest berdan.

     

     

    Bi heman mijarî:

    HSDê rêya dawî ya reva DAIŞê li Reqayê kontrol kir
    HDPÊ pirsa Şêx Seîd û hevalên wî ji Serokwezîrê Tirkîyê kir
    Medya Iraqî: Wê Ebadî li Mûsilê axaftina serkeftinê bike
    Izvestiya: Nûnerên Amerîka û HSDê li ser Tebqayê li hev kirin
    Brett McGurk li Tebqayê bi fermandarên HSDê re hevdîtin pêk anî
    Tirkiye: Divê YPG li Efrînê nemîne
    ‘Bila cihê gortistana Şêx Seîd were aşkare kirin û lêborîn bê xwestin'
    Etîketan:
    Erxenî, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de