23:10 20 Îlon 2017
Zindî
    Hereketa Azadî di şopa hereketa Şêx Seîd de dimeşe

    HDPÊ pirsa Şêx Seîd û hevalên wî ji Serokwezîrê Tirkîyê kir

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 7510

    Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) di salvegera dardekirina Rêberê Kurd Şêx Seîd û 47 hevalên wî de, bi pirsnameyekê ji Serokwezîrê Tirkîyê daxwaz kir, cihê gorên wan werin eşkerekirin.

    Di pirsnameya ku ji alîyê Parlamentera HDPê ya Amedê Feleknas Uca ve hat pêşkeşkirin de, ji Serokwezîrê Tirkîyê Bînalî Yildirim tê xwestin ku bersiva 6 pirsên derbarê dardekirina Şêx Seîd û hevalên wî de bide.

    Di pirsnameyê bersiva van pirsan hat xwestin:

    — Cihê mezelê Şêx Seîd û hevalên wî li ku derê ye?

    — Çima cenazeyê Şêx Seîd û hevalên wî nadin malbatan?

    — Sedema ku nepenîbûna biryarnameyên Dadgehên Îstiklalê ku biryara îdamê dane çi ye?

    — Gelo xebateke hikûmeta we li ser radestkirina cenazeyên Şêx Seîd û hevalên wî heye?

    — Sedema polîtîkaya berdewam a bêmezel hiştina bi sedan Kurdên bi awayekî fail nediyar hatine kuştin û yên Şêx Seîd û hevalên wî çi ye?

    ŞÊX SEÎD Û HEVALÊN WÎ 92 SAL BERÊ HATIBÛN ÎDAMKIRIN

    Gelo xebateke hikûmeta we li ser dawîanîna polîtîkaya ‘bêmezel hiştinê' heye?
    Şêx Seîd û 47 hevalên wî ku bi pêşengîya Tevgera Azadî li hember deshilatîyê serî hildabûn, 92 sal berê 29ê Hezîrana 1925an li Derîyê Çiyê yê Amedê piştî biryara Dadgehên Îstiklalê hatibûn îdam kirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Medya Iraqî: Wê Ebadî li Mûsilê axaftina serkeftinê bike
    Izvestiya: Nûnerên Amerîka û HSDê li ser Tebqayê li hev kirin
    Brett McGurk li Tebqayê bi fermandarên HSDê re hevdîtin pêk anî
    Tirkiye: Divê YPG li Efrînê nemîne
    ‘Bila cihê gortistana Şêx Seîd were aşkare kirin û lêborîn bê xwestin'
    Iraq: Temamiya Mûsilê hat kontrolkirin
    Sûriye: Hişyariya Amerîkayê bêbingeh e û armanca meşrûkirina êrişên nû ye
    Etîketan:
    Şêx Seîd, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de