12:33 25 Îlon 2017
Zindî
    Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş

    Hikûmeta Tirkiyeyê bersiv da daxuyaniya YPGê

    © AFP 2017/ ADEM ALTAN
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 20307

    Berdevkê Hikûmeta Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ragihand ku hebûna YPGê li Efrînê gefek e li ser Tirkiyeyê, ji ber wê jî hişyariyê da YPGê ku eger êrîşek li dijî Tirkiyeyê bibe, welatê wî bêdeng namîne û dê bi tundî bersivê bide.

    Kurtulmuş di serdana xwe ya bajarê Semsûrê de daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku Amerîka bi piştgirîdayîna YPG û PYDê xizmeta aştiyê nake.

    ‘JI BO ME CUDAHÎ TUNE YE'

    Kurtulmuş got: "Ji bo me ti cudahî di navbera YPG, PYD û PKKê de tune ye. Piştgiriya çekdarî û siyasî ya rasterast bo wan, wek piştgiriya PKKê qebûl dikin û em wisa tînin ziman. Em careke din îfade dikin ku ev rê ya Amerîka dişopîne, ji bo berdewamiyê ne guncaw e."

    ‘DIVÊ GUH BIDIN HIŞYARIYÊN ME'

    Kurtulmuş hişyarî da YPGê û wiha pê de çû: "Ez careke din eşkere bibêjim, divê guh bidine hestiyariya Tirkiyeyê yên derbarê PYD/YPGê de û li me guhdar bikin. Ji Efrînê li dijî Tirkiyeyê heke ji aliyê vê rêxistinê ve êrişek bê kirin, em ê bersivê bidine wan. Tirkiye li hemberî çalakiyên li dijî xwe ji wî aliyê sînor ve dê bêdeng namîne."

    Tê zanîn, Cigîrê Serokwezîrê Tirkiyê Veysî Kaynak îro ragihandibû ku, divê YPG ji Afrînê were jinavbirin.

    Şêwirmendê HSDê Nasit Hac Mansûr jî gotibû: "Eger Artêşa Tirkiyeyê ji çeperên diyar kirî derbas bike, biryara bersivdayînê dane."

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Hişyariya Amerîkayê bêbingeh e û armanca meşrûkirina êrişên nû ye
    Tirkiye: Divê YPG li Efrînê nemîne
    Artêşa Iraqê mizgefta ku Bexdadî xelîfetiyê ragihand kontrol kir
    Barzanî: Sozdan lê Kurdistan kirin 4 parçe
    Etîketan:
    YPG, daxuyanî, bersiv, Numan Kurtulmuş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de