11:40 24 Îlon 2017
Zindî
    Artêşa Tirkiyeyê

    Tirkiye: Divê YPG li Efrînê nemîne

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 116 0 0

    Cigîrê Serokwezîrê Tirkiyeyê Veysi Kaynak ragihand ku divê Yekîneya Parastin a Gel (YPG) ji Efrînê were jinavbirin.

    Veysi Kaynak îro li ser operasyona Mertalê Firatê de axivî û bal kişand li ser hebûna YPGê ya li Efrînê. Cigîrê Serokwezîr da zanîn ku piştî operasyona Mertalê Firatê ew deverên ji aliyê Arteşa Tirkiyeyê ve hatine kontrolkirin ewletir be û divê YPGê li Afrînê nemîne.

    Cigîrê Serokwezîrê Tirkiyeyê got: "Xebatên Wezreta Derva û MÎTê yên derbarê jinavbirina YPGê de berdewam dikin, ji bo gerantîkirina ewlekarî û aramiya Bab, Azez, Îdlîb û sînorên Tirkiyeyê, divê YPG li Afrîne nemîne û were têkbirin.

    Çapameniya Tirkiyeyê ragihandibû ku Arteşa Tirkiyeyê û grûpên Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) li dijî YPGê dest bi amedekariya operasyoneke berfireh kirine.

    Bi heman mijarî:

    Sûriye: Hişyariya Amerîkayê bêbingeh e û armanca meşrûkirina êrişên nû ye
    YPG: Me biryara bersivdayîna Tirkiyeyê da
    Rûsya: Îdiayên Amerîkayê yên derbarê êrişa Sûriyeyê ya çêkên kimyawî da li dijî Rûsyayê ye
    Gundekî din ê Reqayê hat kontrolkirin
    Etîketan:
    derxistin, YPG, Veysi Kaynak, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de