12:30 20 Mijdar 2017
Zindî
    Gor û Mizgefta Ehmedê Xanî

    Şaredarîya Bazidê daxuyanî da: Peykerekî nû yê Ehmedê Xanî tê çêkirin

    © Foto: www.dogubayazit.bel.tr
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 76 0 0

    Şaredarîya navçeya Bazidê ya Agirîyê li ser şikandina peykerê alimê Kurd Ehmedê Xanî ku 22yê Hezîranê ew bûyer pêk hatibû, daxuyanî da.

    Li ser malpera fermî ya şaredarîyê daxuyanîyek hat belavkirin û tê de hat gotin ku bi şaşî peykerê Ehmedê Xanî hatiye rûxandin û dê li demeke nêzîk peykerekî din were çêkirin.

    PEYKERÊ NÛ YÊ EHMEDÊ XANÎ TÊ ÇÊKIRIN

    Di daxuyanîya şaredarîya Bazidê de hat gotin, "Ji aliyê şaredariya me ve di 22yê Hezîrana 2017an de, dema çêkirina rêyan û sererastkirina peyarê û refujan ji aliyê makîneya kar ve bi şaşî zirar li peykerê Ehmedê Xanî ku di nav refuja kêlekê de bû hatiye dayîn û peyker ji aliyê tîmên şaredariyê ve hatiye rakirin."

    Şaredarîyê da xuyakirin ku wan sîparişa peyker daye û dê di demeke nêzîk de peykerekî nû yê Ehmedê Xanî were çêkirin û li şûna xwe ya berê were danîn.

    RÛXANDINA PEYKER BÛ SEDEMA BERTEKAN

    Rûxandina peykerê Ehmedê Xanî ku di nav Kurdan de wekî alimekî mezin û fîlozofekî tê naskirin, bûbû sedema bertekan û ev bûyer wekî dijayetîya nirxên kurdan hatibû nirxandin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Şirnexê êrîş: 3 Leşkeran can da
    Buldan: Divê ‘Meşa Edaletê’ li Girtîgeha Edîrneyê bidawî bibe
    YPGê girtîyên DAIŞê û muxalîfan efû kirin
    ‘Muxalîfên çekdar ên Sûrîyê dixwazin berê Astana-5ê li Enqerê bicivin’
    Ji ber referandûma Kurdistanê gef li kurdan têne xwarin
    Nûnerê muxalîfên Sûrîyê: Em ê bi her mudaxeleya Tirkîyê ya ser bakurê Sûrîyê kêfxweş bibin
    Tirkiye amadekariyên êrîşê çeperên YPGê yên li Efrînê dike
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de