18:20 22 Cotmeh 2017
Zindî
    Pervin Buldan

    Buldan: Divê ‘Meşa Edaletê’ li Girtîgeha Edîrneyê bidawî bibe

    © Foto: Navenda Giştî ya HDPê
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Parlamentera Stenbolê ya Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan, ‘Meşa Edaletê’ ya ku Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu li ser girtina Parlamentarê CHPê Enîs Berberoglu daye destpêkirin û li Girtîgeha Maltepe ya Stenbolê tê bidawîkirin, rexne kir.

    Parlamentarên HDPê Pervîn Buldan û Berdan Ozturk digel grubekê xwestin li Girtîgeha Edîrne ya Tîpa F serdana Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş û Abdullah Zeydan bikin.

    Şandeya HDPê piştî astengkirina serdanê li ber girtîgehê daxuyanî da. Parlamentera HDPê ya Stenbolê Pervîn Buldan got, "Em di heyameke wisa de ne ku li Tirkîyê hiqûq hatiye binpêkirin û azadî hatine astengkirin. Em ji vir car din daxwaz dikin ku siyasetmedarên me yên ku ji 4ê Mijdarê ve girtî ne werin berdan."

    Buldan ‘meşa edaletê' ya CHPê ku ji Enqerê hatiye destpêkirin, destnîşan kir ku divê ne tenê ji bo parlamenterekî ji bo 10 parlamentarên girtî were kirin û wiha axivî: "Helbet şaş e ku tenê ji bo girtina parlamentarekî derketina rêyan û li edaletê digerin. Cihê ku ev meşa edaletê here, nûuqteya ku lê dawî bibe Girtîgeha Edîrneyê ye."

     

    Bi heman mijarî:

    YPGê girtîyên DAIŞê û muxalîfan efû kirin
    ‘Muxalîfên çekdar ên Sûrîyê dixwazin berê Astana-5ê li Enqerê bicivin’
    Ji ber referandûma Kurdistanê gef li kurdan têne xwarin
    Nûnerê muxalîfên Sûrîyê: Em ê bi her mudaxeleya Tirkîyê ya ser bakurê Sûrîyê kêfxweş bibin
    Amerîka: Piştî operasyona Reqayê jî em dê çekan bidin kurdan
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de