06:53 26 Îlon 2017
Zindî
    Sibel Yigitalp

    Li Liceyê çi di qewime?

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 36822

    Navçeya Licê bi qedexeyên derketina derve, operasyonên leşkerî û qezayên wesaitên zirxî ku di nava hefteyekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan hat rojevê. Parlamantera HDPê Sibel Yigitalp ragihand ku li bajarên kurdan mekanîzmeya dadê tine ne û tê xwestin ku bi zor û zordariyê gund werin valakirin.

    Di sala 2017an de herî zêde qedexeyên derketina derve li gundên Amedê hatin îlankirin. Li 7 navçeyên Amedê di nava 5 mehan de 30 caran qedexeyên derketina derve hatin ragihandin û ev 105 rojên berdewam kir. Tenê li gunden Lîcê 13 herêman qedexeya derketina derve hat ragihandin û 54 rojên di bin dorpêç û qedexeya derketina derve de derbas kirin. Ji ber qedexeyan li herêmê jiyana rojane rawestiye.

    WESAYÎTÊN ZIRXÎ DI NAVA HEFTEYEKÊ DE 8 KES KUŞTIN

    Li navçeya Liceyê di hefteya dawî de 8 sivîl bi wesayîtên polîsan jiyana xwe ji dest dan. Di 19ê Hezîranê de leşkeran bi ser gundê Beşiştê yê Licê de girt û gundîyekî bi navê Osman Yalavuz bi guleyan birîndar kirin. Di heman rojê de bi hinceta neçûye leşkeriyê biraziyê wî Mesut Yalavuz jî li malê hat desteserkirin. Leşkeran îdia kirin ku Yalavuz ji destê wan reviyaye. Lê Yalavuz li gundê Darakol bi birîndarî hat dîtin. Derket holê ku leşkeran Yalavuz dest kelepçekirî li nav bejahiya heremê gerandine. Welatiyan diyar kirin ku leşkeran, Yalavuz ji zikê wî birîndar kirine û avêtine nav eraziyê.

    ‘JI BAJARÊN KURDAN RE GIŞTİNAMEYA ‘OPERASYONA 3 MEH' HAT ŞANDİN'

    Parlamantera HDPê ya Amedê Sibel Yigitalp di derheqê buyerên dawîn yê li Licê ji ajansa Sputnik Kurdistan re axivî û got: "Demeke dirêj ê li Liceyê bûyerên mezin diqewimin. 4 meh berê ji 16 walitiyên bajarên kurdan re giştîname ya ‘3 hîlal' hat şandin. Di giştînameyê de tê gotin ku dê operasyonên leşkeri pêk were û dê desthilatîya operasyona di deste leşkeran de be. Ji bilî wan wê tu kes nikare mudaxeleyî operasyonan bike û leşker gava ku ew bixwaze dê operasyonê bi dawî bike. Niha ev ketîye meriyetê. Herwiha gelek binpêkirina mafên mirovan heye."

    ‘TÊ XWESTIN KU GUND WERİN VALAKİRİN'

    Yigitalp anî ziman ku ji bo gel ji gundên xwe koç bikin rastî zor û zordarîya leşkeran tên û tê xwestin ku gund werin vala kirin. Yigitalp wiha berdewam kir: "Gelek gundî telefonî me dikin û dibêjin ku leşker dixwazin wan ji gund derxin. Bi sedema ku xetên telefonan hatine qut kirin em nikarin xwe bi gihînin gelek gundan. Demek bere malbatek li me gerîya. Her du jî kal in. Gotin ku leşker çûne mala wan û ji wan re gotine ku dê mala wan bikarbînin û mecburin ku ji leşkeran re xizmet bikin. Gundî dibêjin leşkerên ku têne gund leşkerên cuda ne û ne yên qerokalane û axaftina wan cuda ye. Ev yek tîmen taybet ku girêdayî Enqerê ne nîşan dide."

    ‘MEKANİZMAYA DADÊ TINE YE'

    Yigitalp balkişand ser buyerên wesaitên zirxî û got: "Di nava 4 rojan de 8 kes di bin wesaitên zirxî de man û jiyana xwe ji dest dan. Bi sedema ku mekanizmaya dadê tine ne û desthilatî tev di destê hêzen ewleyiyê deye buyerên wiha zêde dibe. Bi vê sedema ku bûyerên ku li Amedê di qewimin nayên nîqaşkirin. Kes na pirse ku îro li Amedê çi di qewime. Naveroka bûyeran jî tê veşartin. Buyer çima, çawa çê bu nayê gotin. Ji malbata re jî nayê gotin û tê veşartin."

    Bi heman mijarî:

    Leşkerên tirk li navçeya Liceyê gundiyek birîndar kir
    Artêşa Tirkiyeyê çoltera gundên Liceyê topbaran dike
    Li Liceyê operasyona leşkerî hat destpêkirin
    Walîtiya Amedê derbarê operasyona li Liceyê de daxuyanî da
    Doza qetlîama Liceyê careke dî hat taloqkirin
    Qedexeya derketina derve ya Liceyê hat rakirin
    Etîketan:
    leşkerî, welatî, qedexe, operasyon, Sputnik, Sibel Yigitalp, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de