22:08 17 Tebax 2017
Zindî
    Midyad - Dêr / Kilîse Suryanî

    Suryanî dozê li diyaneta Tirkiyê vedikin

    © Sputnik/ Salih Turan
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 2530

    Suryanên Mêrdînê xwe amade dikin ku dozê li Seroktîya Dîyaneta Tirkiyê vekin.

    Li gor medya tirk yek ji parêzerên Weqfa Mor Gabrial Rudî Sumer ragihand, ji ber ku hin milkên perestgeh û goristanên Suryanan ji dezgeha karûbarên olî ya Tirkiyê re hatine terxankirin, ew amadekarîya vekirina dozê dikin.

    Hat zanîn ku piştî Mêrdîn bû Şaredarîya Bajarê Mezin Komîsyona Dewr-Tasfîye û Parvekirinê beşek ji kilîse, manastir û goristanên Suryanan da Seroktîya Dîyaneta Tirkîyê.

    El Cezîre
    © AFP 2017/ KARIM JAAFAR
    Dêr û manastirên Suryanan yên bo dîyaneta Tirkîyê hatine dayîn; Manastira Morla Ozer ya Midyadê, Dêra Mor Gogo ya Nisêbînê, Manastira Mor Melkî, Dêra Mor Aho û Manastira Mor Yaqub ni.

    Parêzerê Weqfa Mor Gabrial Rudî Sumer da xuyakirin, wan hem bi nivîskî hem jî bi devkî daxwaza vegerandina kilîse, goristan û manastirên Suryanan kiriye û ew niha jî ji bo betalkirina biryara komîsyona tasfîyekirinê amadekarîya dozê dikin.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Dadgehê li ser cezayê Messî biryar da
    Dadgeha Stenbolê biryara Nazli Ilicak û Altanan da
    Serokê Partiya Tirkmenan: Tirkmen piştgirîya referandûmê dikin
    IOM: 2 hezar 848 penaber di rêwîtîyê de mirin
    Al Jazeera: Biryara girtinê sûc e
    YPG: Gelek mîlîtan ji ASAyê veqetiyan û beşdarî YPGê bûn
    Pûtîn bi Erdogan re peyivî: Berjewendîyên me hev digirin
    Etîketan:
    Manastir, Suryan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de