02:20 18 Tebax 2017
Zindî
    Edliyeya Çaglayanê / Avahiya Dadwerîya Stenbolê

    Dadgeha Stenbolê biryara Nazli Ilicak û Altanan da

    © REUTERS/ Murad Sezer
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 3110

    Piştî 5 rojên xweparastina li pêşberî Dadgeha 26emîn a Cezayê Giran a Stenbolê, biryar hat dayîn ku girtîmana rojnamevanan û nivîskarên tirk Ahmet Altan, Mehmet Altan û Nazli Ilicak ku ji doza medyayê ya FETOyê têne darizandin, berdewam bike.

    Dadgeha Stenbolê Ahmet Altan, Mehmet Altan û Nazli Ilicak jî di nav de ji bo 6 girtîyên doza medyayê ya FETOyê (Rêxistina Fethullahî ya Terorê) biryar da ku girtîmayîna wan berdewam bike û danişîna bê jî li 19ê Îlonê pêk were.

    Heyeta dadgehê bi hinceta ku delîl û gumana tawanê ya zêde li ser wan nivîskar û rojnamevanan heye û dibe ku ji Tirkiyê birevin, biryar da ku doza wan bi awayekî girtî berdewam bike.

    Her sê rojnamevan û nivîskarên naskirî yên Tirkiyê red dikin ku ew endamên FETOyê ne ku wê rêxistinê 15ê Tîrmeha 2016an teşebusa kotedaya leşkerî kiribû.

     

    Bi heman mijarî:

    Serokê Partiya Tirkmenan: Tirkmen piştgirîya referandûmê dikin
    IOM: 2 hezar 848 penaber di rêwîtîyê de mirin
    YPG: Gelek mîlîtan ji ASAyê veqetiyan û beşdarî YPGê bûn
    Kendal Nezan: Hewl didin ku rayagiştî ya Fransyê piştevaniya serxwebûna Kurdistanê bike
    'Li bajarên kurdan hezar û 110 kes rastî tadeyî û şkenceyê hatin'
    Etîketan:
    Dadgeh, Rojnamevan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de