02:27 17 Tebax 2017
Zindî
    li bajarên kurdan şer

    'Li bajarên kurdan hezar û 110 kes rastî tadeyî û şkenceyê hatin'

    © Sputnik/ O Faruk Baran
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 9820

    ÎHD, TÎHV, Baroya Amed û Odeya Tabîban eşkera kirin bi pêvajoya Rewşa Awarte re şkence û tadayî yên li bajarê kurdan zêde bûne. Sazîyan diyar kirin ku li bajarên kurdan 218 caran qedexeya derketina derve hatîye ragihandin û hezar û 110 kes rastî tadeyî û şkenceyê hatine.

    Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyê (TÎHV), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Baroya Amedê û Odeya Tabîban yên Amedê bi minasebeta "26ê Hezîranê Roja Piştevaniya li Dijî Têkoşîna Şkenceyê" civîna çapemeniyê li darxistin. Serokê TİHVê ya Şaxa Amedê Bariş Yavuz li ser navê sazîyan axivî û diyarkir ku di pêvajoya Rewşa Awarte de şkence li gorî salên borî her roj diçe zêde dibe. Yavuz anî ziman ku bi destpêkirina şer li bajarên kurdan qedexeyên derketina derve hat ragihandin.

    'LI BAJARÊN KURDAN 218 CARAN QEDEXE HAT RAGIHANDIN'

    Yavuz, bîlançoya qedexeya derketina derve eşkere kir û got: "Li gorî lêkolinên TİHVê di navbera 16 Tebaxa sala 2016an û 1ê Hezirana 2017an de li Amedê 127, Mêrdin 32, Colemêrg 20, Şirnex 13, Bedlîs 8, Êlih 3, Mûş 4, Çewlik 5, Dêrsim 5 û li Elezîzê jî carek bi tevahî li 10 bajar û herî kêm li 43 navçeyan 218 caran bê dem qedexeya derketina derve hatîye ragihandin. Li gorî hejmara serjimêra 2014an mafê jiyan û tenduristiya milyonek 809 hezar kes ji ber van qedexeyan hatîye binpêkirin."

    Sewqiyata leşkerî - leşker - cizîr
    © AFP 2017/ MEHDI FEDOUACH
    'HEZAR Û 110 KES RASTİ ŞKENCÊ HATIN'

    Yavuz di derheqê bîlançoya şkenceyê de ev agahî dan: "Li gorî raporên İHDê ya Amedê di navbera sala 2016an û her sê mehên sala 2017an de, di 15 meha de li bajarên kurdan 234 kes di dema desteserkirinê, 320 kes li girtîgehan, 171 kes li derveyê navendên desteserkirinê û 108 kes jî di xwepêşandana de rastî şkenceyê hatine. Di di 5 mehên dawiya sala 2016an û sala 2017an de 277 kesan ji ber şkeneyê serî li TİHVê dan. Li gorî daxuyaniya Wezareta Dadê ya Tirkiyê ji 13ê Hezîrana sala 2017an vir ve bi hinceta hewldana darbeyê di derheqê 161 hezar 751 kesan de pêvajoya hiquqî hatiye kirin û 50 hezar 344 kes hatine girtin. Di vê pêvajoyê de şkenceya li hemberî van kesan di ajansên fermî yên dewletê de hat weşandin û ev rewa hate dîtin."

    'HEJMARA GIRTİYAN GİHIŞT 209 HEZAR Û 941 KESAN'

    Yavuz, anî ziman ku yek ji guhertinên rê li pêş şkenceyê vedike jî girtiyan ji girtîgehê tînin navendên lêpirînê û li wir îfadayên wan tên girtin. Yavuz, da zanîn ku bi rewşa awarte re hêjmara girtiyan zêde bûne û di 2005an de 55 hezar û 870 girtî hebûn, lê piştî guhertinên zagonan û rewşa awarte hêjmara girtiyan heta 17ê Sibata 2017'an gihiştiye 209 hezar û 941 kesan.

    'BILA GIRTÎGEHA ÎMRALIYÊ BÊ GIRTIN'

    Yavuz diyar kir ku ji sala 2000an heta niha pekanînên li girtîgehan yên hucreyên yek kesî ji aliyê fîzîkî u derûnî ve zerarek mezin dide girtiyan û wiha got: "Şertên hucreyê yên yek kesî û çend kesan girtiyan dixe nava tecrîd û îsolazyonê. Bi taybetî ev pêkanîn li Girtîgehên Tîpa F hêj dijwartir e. Herî zêde tecrîd li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê dijwar e. Ji ber vê yekê demek berî demekê bila girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê bê girtin. Piştî 22ê Hezîrana 2017an li gorî rapora ÎHDê bi giştî 357 jê giran hezar û 21 girtiyên nexweş hene. Li gorî daneyên Wezareta Dadê jî 841 girtiyên nexweş hene."

    'LEZGÎN DIVÊ REWŞA AWARTE RABE'

    Yavuz destnîşan kir ku ji ber li Tirkiye şkence zêde dibe fikarên wan jî zêde dibin û got: "Hişmendiya hurmeta wê li hemberî mafê mirovan û demokrasiyê tune vê şkenceyê zêde dike. Berpirsayrê vê şkenceyê hişmendiya para xwe ji demkorasî û mafên mirovan negirtiye ye. Divê ev hişmendî teqez bê guhertin. Divê bi lezgîn rewşa awarte bê rakirin. Di peymana li dijî şkenceyê de jî tê diyar kirin ku tu şer û bêîstikkarî ne sedam şkenceyê ye.

    Bi heman mijarî:

    Li bajarên kurdan bêdengiya awarte!
    ‘Li bajarên kurdan di nav salekê de 118 zarok hatin kuştin'
    Rêxistina Efûyê: Nîv milyon mirov ji bajarên kurdan koç kir
    Komîserê Mafên Mirovan yê NYyê: Li bajarên kurdan hêj însan dimirin
    Etîketan:
    tadeyî, şkence, Bariş Yavuz, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de