08:03 24 Tebax 2017
Zindî
    Polês, serdegirtin, binçavkirin

    Dewlet dixwaze tezmînata leşker û polîsan ji malbatên PKKyiyan bistîne

    © REUTERS/ / Sertac Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 49813

    Tirkiye dixwaze tezmînata ku dide malbatê polîs û leşkerên di şer û pevçûnên li dijî PKKê de hatine kuştin ji malbatên wan PKKyiyan bistîne yên ku di heman pevçûnê de jiyana xwe ji dest daye. Ji bo stendina tezmînatê jî, dewlet dozê li malbatê wan PKKyiyan vedike.

    Di 22ê Nîsana 2010an de endamên li navçeya Qesera Mêrdînê endamên PKKê êrişa çekdarî li hember wesaîta polîsan pêkanîtibûn û di encamê de jî polîse bi navê Omer Akcan jiyana xwe ji dest dabû. Di bûyerê de jî 2 endamên PKKê jî jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî buyerê dewletê 56 hezar TL tezmînet da malbata Akcan. Piştre jî ji bo berdêla vê tezminetê ji malbatên herdu endamên PKKê ku di heman buyerê jiyana xwe ji dest dan bistîne, doz vekir. Di doza ku hat vekirin de dewlet berdêla tezmînatê xwest ku dayik, bav, xwişk û bira bi tevahî ji 13 endamên malbatê bê standin. Malbat jî ji bo redkirina mirasê doz vekirin. Eger di dozê de bi sernekevin dê tezmînata polîse ku jiyana xwe ji dest daye dê ew bidin.

    ‘TRAVMAYEK MEZINE'

    Serokê Şaxa Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiye yê Amedê (TİHV) û parêzer Bariş Yavuz ragihand ku gelek dozên wiha şopandine. Yavuz anî ziman ku qanûnek wiha heye û bi vê qanunê doz tê vekirin. Ji malbatan re ji bilî redkirinê tu rê tune ne û ev ji dibe sedema travmayê û got: "Ev yek di nava malbatê de dibe sedema travmayê. Bi fikirin zarokê we jiyana xwe ji dest daye û hûn nizanin ku çawa jiyana xwe ji dest daye û di derheqê we de doza tezmînatê tê vekirin û hûn jî mîrasa wî red dikin. Ev travmayek mezin e. Dema aşitiyê ev yek dê gelek were nîqaşkirin."

    DADGEHÊ BIRYAR DA KU MALBATÊN PKKiyan TEZMÎNAT BIDE

    Di sala 2016an de, di şerê li Kercewsa Êlihê de polîse bi navê Erkan Serdar Salar û PKKiyên bi navê Nebihe Altun û Mesut Erbey jiyana xwe ji dest dan. Wezareta Karê Navxweyî 41 hezar 544 lîre pereyên tirk (Nêzî 12 hezar dolarî) tezmînat da malbata polîs û piştre ji bo ku tezminetê ji malbatên PKKiyan bistîne doz vekir. Herwiha di encama dozê de dadgehê biryar da ku malbatên herdu PKKiyan tezminatê bidin.

    Bi heman mijarî:

    PKKê êrişî hêzên ewlekarî yên tirk kir: Cerdevanek hat kuştin
    Medya Herêma Kurdistanê: 'Termê pêşmergeyekî li herêma PKKê ya Şingalê hat dîtin'
    Di navbera PKKê û leşkeran de pevçûn derket: Leşkerek can da 2 jî birîndar bûn
    PKKê êrişî leşkerên tirk kir: 2 leşker mirin 3 leşker jî birîndar bûn
    PKKê bi roketan êrişî qereqolê kir: Leşkerek mir 6 jî birîndar bûn
    Berdevkê Pêşmerge: Em hevdîtinên dîplomasî bi PKKê re pêk tînin
    Etîketan:
    PKK, malbat, polîs, leşker, tezmînat, Bariş Yavuz, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de