02:18 24 Tebax 2017
Zindî
    YPG û leşkerên Amerîka

    Tirkiye bersiv da nameya Amerîkayê ya li ser YPGê

    © REUTERS/ Rodi Said
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 5513

    Berdevkê Serokomariya Tirkiyeyê Ibrahim Kalin ragihand ku nameya Wezareta Berevaniya Amerîkayê li ser çekên ku dane YPGê şandiye, bo Tirkiyeyê, ne bes e.

    Ibrahim Kalin di konferanseke rojnamevaniyê de axivî û li ser nameya ku Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê James Mattis ji bo Tirkiyeyê şandiye got: "Niha li ser vê mijarê di navbera Serfermandariya Tirkiyeyê û Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê de mekanîzmayek tê meşandin."

    Herwiha Kalin di axaftina xwe de got:

    "Di serdana me ya Washingtonê de ji me re gotin ‘em ê bi awayekî berbiçav van çekan bişînin, bi vî awayî çekên ku dê ji PYDê re were dayîn, dê li dijî Tirkiyeyê neyên bikaranîn'. Ev ji bo me ne bes e, ango ev, mijara sereke çareser nake. Ev ji bo kêmkirina îhtimalên pêkhatina gefên li dijî Tirkiyê ye ji aliyê Amerîkayê ve pêşniyar e. Em vê yekê temam nabînin. Lewre em ji destpêkê ve rast û dirust nabînin ku bi vê şêweyê çek û piştgirî bo YPG û PYDê werin dayîn."

    Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê James Mattis di nameya ku ji Wezîrê Berevaniyê yê Tirkiyê Fikri Işik şandibû de li ser lîsteya çek û cebilxaneyên ku dane YPGê agahî dabû.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka: Çekên me dane YPGê em ê ji wan bistînin
    Tirkiye û ASA amadekariya operasyona Tilrifetê dikin ku di destê YPGê de ye
    Amerîka çekên giran û wesayitên zirxî yên Hummerê ji YPGê re şand
    Erdogan gef li YPGê xwarin: Em ê bi xwe biryarê bidin
    Amerîka çekên giran û wesayîtên bizirx ji YPGê re şand
    Etîketan:
    çek, YPG, name, Ibrahim Kalin, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de