07:57 24 Tebax 2017
Zindî
    Berdevkê HDPê Osman Baydemir

    Baydemir: Demirtaş bi fermana Wezareta Dadê ya 'nepen' hat girtin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 2512

    Berdevkê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemir got, dosyeya ku bûye sedema girtina Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş bi fermana Wezareta Dadê ya Tirkiyê hatiye amadekirin.

    Osman Baydemir li Parlementoya Tirkiyê civîneke rojnamevaniyê li dar xist û dosyeya ku li ser dinivîse "nepenî" nîşanî rojnamevanan da.

    Baydemir got, girtina Selahattin Demirtaş bi fermanê pêk hatiye û bal kişand ser nivîsa dosyeyê ku di roja 9ê Îlona 2015an de heman roja ku Selahattin Demirtaş axiviye ji aliyê Reveberiya Giştî ya Karûbarên Cezadanê ya Wezareta Dadê ya Tirkiyê ve hatiye amadekirin û li ser gotinên Demirtaş ên li dijî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û serokwezîrê wê demê Ahmet Dovutoglu, di dosyeyê de hatiye xwestin ku "tiştên pêwîst bila bêne kirin".

    'BELGEYA NEPENÎ BINPÊKIRINA QANÛNÊ YE'

    Osman Baydemir got, "Ev, belgeya binpêkirina benda 138emîn a Destûra Tirkiyê ye û ev dide nîşandan ku darizandin bi fermanan tê meşandin."

    Baydemir bal kişand ser peyva "nepenî" ya li ser dosyeyê û da xuyakirin: "Eger ev dosye asayî be, çima li ser ‘nepenî' hatiye nivîsandin?"

     

    Bi heman mijarî:

    YEyê biryara dirêjkirina dema toleyên ser Rûsyayê da
    Lavrov: Her ku diçe îtibara nûnerên muxalefeta derve ya Sûrîyê namîne
    Serokwezîrê Iraqê Ebadî: Di nav çend rojan de rizgarkirina Mûsilê tê ragihandin
    Serlêdana ‘Komkûjiya Êzidiyan’ li Dîwana Dadê ya Laheyê hat qebûlkirin
    Barzanî ji Yekîtîya Ewropayê piştgirî xwest: Dijayetîyê li mafê yasayî nekin
    Etîketan:
    HDP, Baydemir, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de