09:05 17 Tebax 2017
Zindî
    Malbatên leşker û polîsên di destê PKKê de

    Malbatên leşker û polîsên di destê PKKê de bang li dewletê û PKKê kirin

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 20130

    Malbatên leşker û polîsên ku di dîrokê cuda de ji aliyê PKKê ve hatin desteserkirin bang li dewleta tirk û PKKê kirin. Malbatan xwest ku operasyonên leşkerî werin rawestandin û zarokên wan jî serbest berdin.

    Malbatên leşker û polîsên ku di dîrokê cuda de ji aliyê PKKê ve hatin desteserkirin li avahiya Şaxa ÎHDê ya Amedê daxuyanî dan çapameniyê. Malbatên ku ji bajarên weke Balikesir, Dîlok, Mêrdin, Meleti û Sêrtê hatin li avahîya İHDê civîyan.

    ‘JI BER HEELDANÊN ME DOZ LI ME HAT VEKIRIN'

    Serokê İHDê ya Amedê Raci Bilici diyarkir ku di dirokên cuda de 13 leşker û polîs ji aliyê PKKê ve hatine desteserkirin û got: "Di demen borî de bi hewldanên me gelek leşker û polîs hatine serbest berdan, lê ji ber vê hewldanên me di derheqê me de doz hatin vekirin û ten darizandin û bang li PKKê û rayedarên dewletê kir: Çi bi keve ser mile me em ê bikin. Em bang li PKKê û dewletê dikin, divê ev şer bi dawî bibe. Em daxwaz dikin ku PKKê leşker û polîsên ku desteserkirîye serbest berde û teslimi malbatên wan bike."

    ‘JI BO XATIRÊ HEVSERA MIN YA NEXWEŞ BILA KURÊ MIN BERDIN'

    Bavê leşkerê desteserkirî yê bi navê Semih Ozbey, Gursel Ozbey axivî û xwest ku kurê wî were serbest berdan. Ozbey wiha pê de çû: "Em weke mirî yê zindî ne. Dema ku hûn ji zarokê xwe seatekê agahî negirin hûn meraq dikin. Ez 20 meh e ku ji kurê xwe tu agahî nagirim. Sax e an mirî ye ez nizanim. Em dixwazin rewşa wan hîn bibin. Hevsera min nexweşiya pîs lê peyda bû. Hema ji bo xatirê wê jî be bila kurê min berdin. Em jî kurd in. Divê gel zoriyê bide hikûmetê û pêşiya vî şerî bigire."

    Malbatên di jî di axaftinên xwe de bang li hikûmetê kirin ku operasyonên leşkerî were rawestandin û ji bo serbest berdana zarokên xwe jî bang li PKKê kirin.

    Bi heman mijarî:

    Di navbera PKKê û leşkeran de pevçûn derket: Leşkerek can da 2 jî birîndar bûn
    Medya Herêma Kurdistanê: 'Termê pêşmergeyekî li herêma PKKê ya Şingalê hat dîtin'
    PKKê êrişî leşkerên tirk kir: 2 leşker mirin 3 leşker jî birîndar bûn
    PKKê bi roketan êrişî qereqolê kir: Leşkerek mir 6 jî birîndar bûn
    Berdevkê Pêşmerge: Em hevdîtinên dîplomasî bi PKKê re pêk tînin
    Etîketan:
    polîs, dewlet, malbat, bang, leşker, PKK, Raci Bilici, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de