14:43 23 Tebax 2017
Zindî
    Artêşa NATOyê

    Li Îzmîrê li nêzî tesîsên NATOyê piştî derbasbûna wesayîta leşkerî teqîn

    © AP Photo/ Czarek Sokolowski
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 6040

    Li navçeya Konak a Îzmîrê di navbera araziye leşkerî û goristanê de teqîn pêk hat. Di teqînê de dîwarê baregeha leşkerî û camên avahiyên nêzîk hilweşiyan.

    Îro berê sibehê seet li dora 07.50î li taxa Gultepe ya navçeya Konak a Îzmîrê di navbera araziye baregeha leşkerî û Goristana Torosê de teqîn pêk hat. Baregeha leşkerî ya li Konakê wekî herêma leşkerî ya NATOyê tê zanîn.

    Di bûyerê de ziyanê can û malî çênebû, tenê dîwarê baregeha leşkerî û camên hinek avahiyên nêzîk hilweşiyan.

    ‘PIŞTÎ DERBASBÛNA WESAYÎTA LEŞKERÎ TEQÎN PÊK HAT'

    Yek ji şêniyên taxê ku bû şahidê bûyerê Îsmet Çakici di axaftina xwe de got: "Ez li balqona mala xwe rûniştî bûm û ji nişkê ve dengê teqînê mezin hat, li vir gelek caran wesayîtên leşkerî dewriye dikin. Ev Teqîn jî tam piştî derbasbûna wesayîta leşkerî pêk hat."

    Bi heman mijarî:

    Li stasyona trenê ya Brukselê teqîn: Kesek hat bêbandorkirin
    Li El Babê teqîn: 2 fermandar can dan 12 kes jî birîndar bûn
    Li Kerkûkê teqîn: 3 Pêşmerge birîndar bûn
    Li Colemêrgê teqîn: 2 leşker mirin 7 jî birîndar bûn
    Li Enqereyê teqîn: 2 mirî 3 kes jî birîndar bûn
    Hat îdiakirin li Tehranê teqîn pêk hatiye
    Etîketan:
    Le nêzî baregeha leşkerî teqîn, NATO, Îzmîr, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de