08:05 24 Tebax 2017
Zindî
    Qezaya otobusê

    Li deşta Rehwayê qeza: 3 mirî û 8 birîndar

    © REUTERS/ Kenan Gurbuz
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 3111

    Li gorî zanyariyên berdest, di bûyera qezaya trafîkê ya li deşta Rehwa ya navbera Tatwan û Bedlîsê de 3 mirin û 8 kes jî birîndar bûn.

    Bûyera qezaya trafîkê şevê din di navbera Tatwan û Bedlîsê de pêk hat. Wesayîta bi plakeya 13 KD 332 ku ajovanê wê Ercan Aydogdu di kîlometroya 15emîn de bi wesayîta beramberî xwe ku ajovanê wê Kadir Sarigul bû qelibî. Di qezaya trafîkê de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 8 kes jî birîndar bûn.

    Di bûyera qezayê de ajovan Kadir Sarigul (28), Gulistan Aydogdu (60) û Fatih Yalvaç (27) jiyana xwe ji des dan.

    Ercan, Emircan, Abdulsamet, Edanur, Gamze, Ahmet Aydogdu, Yusuf Aktaş û kesekî ku navê wî nehat zanîn di bûyera qezayê de birîndar bûn. Birîndar bi ambulansan rakirin nexweşxaneyên Bedlîs û Tetwanê. Di derbarê bûyerê de jî lêpirsîn hat destpêkirin.

    Bi heman mijarî:

    Di qezaya trafîkê de 22 rêwî ji ber şewatê jiyana xwe ji dest dan
    Erdogan: Ji ber qezaya li Marmarîsê xemgin im
    Di qezaya trafîkê de 20 zarokên xwendevan jiyana xwe ji dest da
    Li Dîlokê qezaya trafîkê: 5 mirî û 6 birîndar
    Di qezaya helîkopterê ya li Dêrsimê de 12 kes mirin
    Di qezaya li Zêtkaya navçeya Agiriyê, ji malakê 7 jin û zarok birîndar bûn
    Etîketan:
    Li Bedlîsê qezaya trafîkê, Fatih Yalvaç, Gulistan Aydogdu, Kadir Sarigul, Bedlîs, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de