08:04 24 Tebax 2017
Zindî
    Artêşa Tirkiyeyê

    Leşkerên Tirkiyeyê ku wê herin Qetarê îro dikevin rê

    © REUTERS/ Umit Bektas
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 8103

    Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK) îro sewkiyata leşkerî bo Qetarê dike. Piştî betlaneya Cejna Remezanê jî tetbîqata hevpar di rojevê de ye.

    5 wesayîtên zirxî û 25 leşkerên Hêza Çekdar a Tirkiyeyê ji bo çûna Qetarê îro dikevin rê. Halê hazir niha 88 leşkerên Tirkiyeyê li Qetarê heye. Bi çûna vê karwanê pêşî hejmara leşkerên Tirkiyeyê li Qetarê wê bigihîje 113an.

    Li gorî nûçeya Ugur Erkanê rojnameya Hurriyetê, wesayîtên zirxî ku diçin Qetarê yên bi tekel in û din ava wan de tank û topên giran tuneye. Di etaba pêşî de hejmara leşkerên Tirkiyeyê ku herin Qetarê dibe bigihîje dora hezarî. Tê pêşbînîkirin hêzên hewayî jî li Qetarê were bicihkirin.

    ‘TETBÎQAT WÊ TI WELATÎ NEKE HEDEF'

    Piştî ku leşkerê Tirkiyeyê gihîşte Qetarê wê hêzên artêşa Tirkiye û Qetarê tetbîqatên hevpar li dar bixin. Dibe ev tetbîqat piştî Cejna Remezanê destpê bikin. Li gorî berpirsan tetbîqat wê li kendavê ti welatekî neke hedef, eksê wê ji bo ewlehiya herêmê dê were kirin.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Tirkiyeyê çoltera gundên Liceyê topbaran dike
    Artêşa Tirkiyeyê li Colemêrgê operasyona leşkerî da destpêkirin
    ‘Artêşa Tirkiyeyê îşev dikeve Îdlîbê'
    Artêşa Tirkiyeyê herêma navçeya Şerayê topbaran dikin
    Artêşa Tirkiyeyê li ser sînorê Rojava xendekan kolan
    Etîketan:
    Artêşa Qetarê, Hêza Çekdar a Tirkiyeyê (TSK), Qetar, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de