22:20 28 Hezîran 2017
Zindî
    Mithras

    Perestgeha dawîn ya xudawanê rojê Mithras

    © Sputnik/ Sertac Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 13521

    Li navçeya Çinar a Amedê tîmeke ku 4 sal e kolanên şûnwarnasiyê dikin gihiştin perestgeheke ku temenê wê hezar û 700 sal e. Li gor pisporan ev perestgeha Mithras e ku dema Roma derketîye holê û ev baweriyeke bi şaxên xwe digihîje Zerdeştiyê.

    Li navçeya Çinar a Amedê tîmeke ku 4 sal e kolanên şûnwarnasiyê dikin gihiştin perestgeheke ku temenê wê hezar û 700 sal e. Li gor pisporan ev perestgeha Mithras e ku dema Roma derketîye holê û ev baweriyeke bi şaxên xwe digihîje Zerdeştiyê. Di rêgeha girêdana bajarên Amed û Mêrdînê de ku berê wek rêgeha Qral ango Key jî dihata binavkirin gireke mezin û li ser jî Kelha Zêrzewanê heye. Kelha Zêrzewanê şûnwareke dewra Romayiyan e, li gor xebatên arkeolojiyê ku van salên dawî hatine kirin temenê wê digihîje 1700 sal berê; lê dibe ku kolan û lêkolînên nû yên zanîstî temenê wê hîn zêdetir jî eşkere bike. Perestgeh rastî eleqeyek mezin tê.

    ‘KÊ ZERZEVAN BI DEST BI XISTA DIBÛ XWEDIYÊ HEMU HEREMÊ'

    Serokê Kolanê Doç. Dr. Aytaç Coşkun ji ajansa Spûtnik Kurdistan re axivî û diyarkir ku li heremê kolana dema Roma ya yekem e. Coşkun giringîya kelhe Zerzevan wiha anî ziman: "Rêya li kêleka wê ya Mêrdin û Amedê di demên kevn de Asurî, Pers, Roma û Sasanî yan bikaranîne. Kelha Zêrzewanê dergehê Romayiyan a Rojhilat e, ev Kelhe ji bo stratejiya leşkerî gelek girîng bûye. Di wê dewrê de ew artêşa ku Zêrzewanê bi dest bixista dibû xwediyê hemû herêmê. Li vê derê hem leşkerên pilebilind hem jî sivîl hebûne, ango ev der ne tenê Kelhe bûye; di heman demê de bajarek bû."

    ‘MİTHRAS XUDAWANÊ ŞER Û AŞTIYÊ YE'

    Coşkun anî ziman ku li heremê yekem care ku perestgeha Mithras derdikeve û wiha berdewam kir: "Dê ev yek bala gelek pispor û lêkolîneran bikşîne û dibe ku ev der bibe weke Efes a heremê. Di mîtolojiyê de Mîthras xudawanê rojê û herwiha yê şer û aşîtiyê ye. Herkes nikare bibe endamê Mîthras. Mîthras baweriyeke nêr e, kesên ku zilam nebe nikare were ser dînê Mîthras û dîneke veşartî û hêmanên wê xefkirî ne, ji bo wê çavkanî nehatine heta roja me, lê em baş dizanin ku sembola Mîthrasê taceroj e."

    'RASTÎ ELEQEYEK MEZIN TÊ'

    Coşkun ragihand ku ji dema perestgeh derketîye heta aniha di ser 20 hezar kesan re serdan kirîye. Coşkun wih axivî: "Rastî eleqeyek mezin tê. Heta 3 an 4 salan dê ji turizmê re vebe. Derxistina hemû avahîyan dê 40 sal berdewam bike."

     

     

    Bi heman mijarî:

    Baroya Amedê serdana Firat Anli kir
    Li Amedê gelek endamên KCD û DBPê hatin binaçavkirin
    Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim diçe Amedê
    Li 39 gundên Amedê qedexe û operasyon: Leşkerek birîndar bû
    Qedexeya li 25 gundên Amedê hat rakirin
    Etîketan:
    Perestgeha dawîn ya xudawanê rojê Mithras, Aytaç Coşkun, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de