22:15 28 Hezîran 2017
Zindî
    artêşa tirk-wesayetên leşkerî-leşkerên tirk- leşker-sînor

    Li Qilebanê şer, li Colemergê êrîşa bi roketan

    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10511

    Hat ragihandin ku di şerê li Qileban a Şirnexê rû daye de, 2 cerdevanên ewlekarîyê û çawîşekî pispor birîndar bûn. Herwiha li Colemergê jî dema karwana leşkerî ber bi Wanê ve diçû rastî êrîşa bi roketan hat.

    Artêşa Iraqê
    © Sputnik/ Hikmet Durgun
    Di şerê ku îşev (19 Hezîran 2017) li gundewarên navçeya Qileban a Şirnexê di navbera leşkerên Tirkiyê yên derketibûn operasyonê de rû da de, 2 cerdevanên ewlekarîyê û çawîşekî pispor birîndar bûn.

    Birîndar bi helîkoptera ku hat cihê bûyerê rakirin nexweşxaneyê. Hat zanîn ku birînên her sê birîndaran sivik in.

    TSK: LEŞKEREKÎ CAN DA, 6 LEŞKER BIRÎNDAR BÛN

    Herwiha dîsa bi şev li dema karwana leşkerî ya arteşa Tirkiyê ya girêdayî Tugaya Hidud a 2yemîn ji Çelê ber bi bajarê Wanê ve diçû rastî êrîşa bi roketan û çekên luledirêj a PKKyîyan hat.

    Hêzên Çekdarên Tirkiyê (TSK) bi daxuyanîyekê ragihand ku di encama vê êrîşê de leşkerekî can daye û 6 leşker jî birîndar bûne.
    Hat diyarkirin ku birîndar bilez bo nexweşxaneyan hatine veguhestin.

    Di daxuyanîya TSKê de sersaxî hat xwestin û ji bo birîndaran jî hêvîya selametîyê hat kirin.

    Bi heman mijarî:

    Cenazeyê rojnamevanê Kurd hat rakirin
    Berdevkê Wezareta Pêşmerge li ser operasyona Hewîceyê daxuyanî da
    Wezîrê Amerîkî nameya çekên ku didin YPGê ji Tirkîyê re şand
    Hejmara miriyên şewata Londrayê derket 79an
    ENKS: 100 Kurdên Efrînê li derîyê sînor hatin girtin
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de