09:20 23 Tebax 2017
Zindî
    Leşkerên Artêşa Tirkiyeyê - leşkerên tirk - operasyon- leşkerê tirk

    Di navbera PKKê û leşkeran de pevçûn derket: Leşkerek can da 2 jî birîndar bûn

    © REUTERS/ KENAN GURBUZ
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 2340

    Li çoltara gundê Dîbek a navçeya Liceyê ya Amedê di navbera leşkerên tirk û endamên PKKê de pevçûn derket. Di encama pevçûnê de leşkerek hat kuştin 2 leşker jî birîndar bûn.

    Operasyona leşkerî ku li 104 gundên navçeya Liceyê ku 28ê Gulanê de hatibû destpêkirin berdewam dike.

    Hate diyarkirin ku di navbera endamên PKKê û leşkerên tirk de di dema operasyonê de pevçûn derketiye û di encamê de jî 3 leşkerên tirk birîndar bûne.

    Leşkerên ku birîndar bûne bi helîkopterê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Selahaddin Eyyûbî. Lê çawişê pispor li nexweşxaneyê can daye. Dermankirina du leşkerên birîndar berdewam dike.

    Bi heman mijarî:

    Medya Herêma Kurdistanê: 'Termê pêşmergeyekî li herêma PKKê ya Şingalê hat dîtin'
    PKKê êrişî leşkerên tirk kir: 2 leşker mirin 3 leşker jî birîndar bûn
    PKKê bi roketan êrişî qereqolê kir: Leşkerek mir 6 jî birîndar bûn
    Berdevkê Pêşmerge: Em hevdîtinên dîplomasî bi PKKê re pêk tînin
    Di navbera PKKê û leşkeran de şer derket: 5 cerdevan birîndar bûn
    Etîketan:
    pevçûn, leşker, PKK, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de