22:13 28 Hezîran 2017
Zindî
    Qezaya trafîkê

    Otobusa rêwiya ji ser pirê qulibî: 48 birîndar

    © REUTERS/ Sam Mircovich
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 1721

    Li bajarê Çorum ê Tirkiyeyê otobusa rêwiya ji ser pirê qelibî, di encama qezayê de 48 rêwiyên di wesayîtê de birîndar bûn.

    Otobusa bi plakeya 33 LD 900 ku ajovanê wê Mehmet Oguz bû û ji Giresunê diçû Enqereyê. Wesayît di rêya sereke ya Çorum-Sungurluyê di kîlometroya 40emîn de ji pirê qelibî. Piştî bihistina qezayê gelek polîs, cendirme û ambulans çûne cihê bûyerê.

    Di qezayê de li gorî amareyên destpêkê ajovanê otobusê Mehmet Oguz jî di nav de 48 rêwî birîndar bûn. Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewlet a Sungurluyê.

    Wekîlê walî Adem Saçan, Fermandarê Cendirme, Midûrê Ewlehî û gelek rêvebirên bajêr li nexweşxaneyê serdana birîndaran kirin.

    Bi heman mijarî:

    Di qezaya trafîkê de 22 rêwî ji ber şewatê jiyana xwe ji dest dan
    Li Enqereyê qezaya trafîkê: 5 mirî 1 birîndar
    Li Îdirê qezaya trafîkê: "6 mirî û 20 birîndar
    Li Sineyê qezaya trafîkê rû da: 5 kes mirin
    Li Mêrdînê qezaya trafîqê: 20 kes birîndar bûn
    Etîketan:
    Wesayîta rêwiyan li Çoerumê qeza kir, Mehmet Oguz, Çorum, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de