11:07 24 Cotmeh 2017
Zindî
    İncirlik- Almanya

    Dîroka vekişandina Almanya ji Încîrlîkê diyar bû

    © AFP 2017/ TOBIAS SCHWARZ
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 5641

    Wezîra Parastin a Almanyayê Ursula von der Leyen di axaftina xwe de destnîşan kir ku hetanî dawiya meha îlonê em hemû hêza xwe bikşînin.

    Wezîra Parastin a Almanyayê Ursula von der Leyen di axaftina xwe de behsa mijara vekişandina hêzên Almanyayê bo Ûrdinê kir û got: "Hetanî dawiya meha îlonê em hemû hêza xwe bikşînin."

    Li gorî nûçeya Deutsche Welleyê, Wezîra Parastin a Almanyayê vonder Leyen di hevpeyvÎna xwe ya rojnameya Bild am Sonntagê de got: "Vekişandina hêzên Almanyayê ji Baregeha Încîrlîka Tirkiyeyê dibe hetanî 3 mehan dewam bike. Li gorî pêşbîniyên me hetanî dawiya îlonê wê hemû vekişandin biqede."

    ‘ARTÊŞA ALMANYAYÊ HETANÎ DAWIYA HEZÎRANÊ WÊ TEKOŞÎNA DAIŞÊ BIDOMÎNE'

    Wezîra alman di dirêjiya axaftina xwe de got: "Artêşa Almanyayê hetanî dawiya meha hezîranê wê tekoşîna xwe ya li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê bidomîne. Piştî wê hetanî gengaz be zûtir em ê balafirên ikmala sotemeniyê li Baregeha Azrak ya Ûrdinê bi cih bikin."

    Bi heman mijarî:

    Hikûmeta Almanyayê vekişandina ji Încîrlîkê pesend kir
    Almanya li şûna Încîrlîkê li Urdunê li cih digere
    Tirkiye: Ziyareta parlamenterên almanî bo Încîrlîkê ne Minasib e
    Akar û Dunford wê li Încîrlîkê hevdîtinekê pêk bînin
    Di çenteyê Merkel de pirsgirêka Încîrlîkê jî heye
    Etîketan:
    Baregeha Încîrlîkê, Wezîra Parastin a Almanyayê, Ursula von der Leyen, Tirkiye, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de