08:32 22 Hezîran 2018
Kemal Kiliçdaroglu

Kiliçdaroglu: Me tahrîk û tehdît dikin, bila bizanibin her Fîrawûnek Mûsayekî wî heye

© AFP 2018 / Adem Altan
Tirkiye
Lînkê kurt
0 10

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu berî dest bi meşa xwe ya bi navê ‘Meşa Edaletê' ya çaremîn bike daxuyaniyek da çapameniyê.

Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu berî dest bi meşa xwe ya bi navê ‘Meşa Edaletê' ya çaremîn bike daxuyaniyek da çapameniyê û got: Dixwazin me tahrîk bikin, lê em bi tahrîkên wan nayên xapandin. Niha jî dixwazin me bi darezandinê tehdit bikin."

Kemal Kiliçdaroglu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em dizanin bê derbekaran di salên 70, 80 û 2017an de li vî welatî çi kirin, em bi van hemûyan dizanin. Derbekar di nava rûpelên dîrokê yên tarî de winda bûne, lê yên ku tekoşîn meşandinedi nava rûpêlên dîrokê yên paqij de cih girtine."

‘HER FÎRAWÛNEK MÛSAYEKÎ WÎ HEYE'

Kiliçdaroglu di dirêjiya axaftina xwe de got: "Berê min ji vî derbekarê 20ê Tîrmehê pirs kiribû. Bersiva her axaftina min dide, lê hê bersiva vê hevoka min nedaye. Min jê re gotibû ‘têgeha namûs û şerefe ji bo te tê çi wateyê?' lê hê jî bersiv neda vê peyva min. Herî dawî ez dixwazim vê bibîra wî bînim bila bizanibe her Fîrawûnek Mûsayekî wî heye."

Bi heman mijarî:

Kiliçdaroglu: Em ji berê de li dijî girtina parlamentaran e
‘Meşa Edaletê' ya Kiliçdaroglu kete roja duyemîn
Hevseroka HDPê û Kemal Kiliçdaroglu dê hevdîtin pêk bînin
Ji Kiliçdaroglu dîrektîf: Meclisê nedin xebitandin
Kiliçdaroglu: Dixwazin di nava CHPê de şer derxînin, neyên lîstikê
Etîketan:
Meşa Edaletê, Serokê Giştî yê CHPê, Kemal Kiliçdaroglu, Enqere, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de