21:49 13 Kanûn 2017
Zindî
    Pira 80ê salî

    Pîra 80 salî: Parçeyên xwişka min bi min dan civandin, kî vê zilmê qebûl dike?

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 30

    Li navçeya Licê 3 roj berê Pakîze Hazar a 85 salî di bin wesaîta bizirx ya leşkeran de ma û jiyana xwe ji dest dabu. Xwişka Hazar, Hasret Yaşarer bi tesadufî bu şahide mirina xwişka xwe û derket holê ku polîsan parçeyên xwişka wê bi wê dane berhev kirin. Yaşarer ev piştrast kir ku got: "Kî vê wehşetê qebûl dike?"

    Di nava salakê de li Mêrdin, Amed, Wan û Şirnexê nêzi 10 kes dibin wesaitên zirxî de can dan. Bûyera herî dawî li navçeya Licê ya Amedê qewimî. Wesayîta bizirx ya polîsan da ser Pakîze Hazar a 85 salî û ew kuşt. Hat zanîn ku kolana ku bûyer lê qewimî nêzî salek berê bi biryara Qeymeqamtiya Licê ji her du aliyan ve jî bi bariyerên betonî hatibû girtin. Dîsa li gorî ragihandina şahidên buyerê dema wesaita zirxî li Hazar qelibî li cihê buyerê ne sekinî ye û çuye.

    JINA 80 SALİ BU ŞAHIDÊ MIRINA XWIŞKA XWE

    Xwişka Hazarê, Hasret Yaşarer a 80 salî ji ajansa Spûtnik Kurdistan re axivî û anî ziman ku ji bo meaşê xwe wergire ji gundê Yamaçê hatiye navçeyê. Yaşarer diyarkir ku dema ew ji kolana ku bûyer lê qewimî ber bi PTTê ve diçû û got: "Bedena Pakîze peremperçe bibû. Perçeyên wê li hawirdorê belav bûbûn. Pêşî tam min pê dernexist, lê min ji pêlav û kincên wê derxist ku ew jinik xwişka min e. Ez bi serde çûm lê polîsan destûr neda. Mi nasnameya xwe nîşan da û hîn bun ku xwika mi ne."

    PARÇEYÊ XWIŞKA WÊ Bİ WÊ DAN BERHEV KIRIN

    Yaşarer diyar kir ku hayê wê jê tune bûye ku xwişka wê li Licê bûye û wiha berdewam kir: "Paşê polîs poşetekî reş dan min û gotin 'Perçeyên xwişka xwe berhev bike'. Min jî perçeyên wê yên li derdorê belav bûbûn berhev kirin û dan polîsan. Wê kêliyê tim min şopandin. Paşê jî ez ji ser hişê xwe ve çûme. Dema min çavê xwe vekir, min dît ez li nexweşxaneyê me. Xwedê heqê xwişka min li cem wan nehêle. Wesayît di ser re çûye. Dest û lingên wê jêbûbûn. Kî vê wehşetê qebûl dike. Kolaneke fireh bû. Bi zanebûnî xwişka min peçiqandin."

    Bi heman mijarî:

    Tayip Erdogan ji bo min dengên ji bajarên kurdan hatine pir giring in
    Li bajarên kurdan ji sedî 61 ‘Na' li pêş e
    Li 6 gundên Liceyê qedexeya derketina derve hate ragihandin
    Polêsan mudexale li meşa ji bo Liceyê kirin
    3 cenazeyên navçeya Liceyê anîtin Amedê
    Li navçeya Liceyê 5 kes hatin desteserkirin
    Etîketan:
    civandin, parçe, polês, wesayît, Sputnik, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de