19:55 17 Cotmeh 2017
Zindî
    Altan Tan

    2 sal cezayê hepse dan Altan Tan

    © Sputnik/ Cesim Ilhan
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 2420

    Parlementerê HDPê yê Amedê Altan Tan di sala 2012an de li Rihayê di pîrozbahiya Newrozê de axivîbû û ji ber wê axaftina wî jê re 2 sal cezaya girtîgehê hate dayîn.

    Altan Tan di 21ê Adara 2012an de li Rihayê beşdarî pîrozbahiyên Newrozê bûbû û li wir axivî bû. Dadgeha Rihayê ji ber wê axaftina wî bi hinceta "Bi awayekî eşkere gel teşwîqî rik û dijminahiyê kiriye" fezleke amade kiribû.

    Piştî ku parêzbendiya parlementeriyê hate rakirin, dadgehê li ser doza ku di derbarê Altan Tan de dabû destpêkirin, biryar da û 2 sal cezaya girtîgehê da Tan. Herwiha dadgehê biryar da ku eşkerekirina vê hukmê, were paşxistin.

    Bi heman mijarî:

    Parlamenterê HDPê Aslan hat berdan
    Ji parlamentarê HDPê Encu re 4 sal û 7 meh ceza hat birîn
    Hevseroka HDPê "Bi muxatabên sexte pêvajoya aştiyê nayê destpêkirin"
    Di derbarê Berdevkê HDPê Baydemir de fezleke hat amadekirin
    Parlamenterên HDPê û FETOyî jî di nav de 130 kes ji hemwelatîbûna Tirkiyeyê tên derxistin
    Etîketan:
    girtin, ceza, Altan Tan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de