09:35 12 Kanûn 2017
Zindî
    CHP mitingi

    CHP piştî girtina Berberoglu ji Enqerê heta Stenbolê meşa ‘edaletê’ li dar dixe

    © AFP 2017/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 20

    Partîya Komarîya Gel (CHP) li ser girtin û mehkûmkirina parlamentarê Stenbolê yê CHPê Enîs Berberoglu ji Enqerê ber bi Stenbolê ‘Meşa Dadê’ dide destpêkirin.

    Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu piştî Desteya Rêveberîya CHPê berteka tund ji girtina Enîs Berberoglu re nîşan da û got, ‘Ez sibe li demjimêr 11an tenê bi dirûşma Edaletê li Guvenparka Enqerê me.'

    Kiliçdaroglu di daxuyanîya xwe ya piştî girtina Berberoglu ku bi hinceta weşandina nûçeya TIRên MÎTê (Îstixbarata Milî ya Tirkiyê) dadgehê di rûniştina 14ê Hezîrînê de, cezayê 25 salan lê birî got ku ew dê ji Guvenparka Enqerê ber bi Stenbolê ve ‘Meşa Dadê' bidin destpêkirin.

    Kiliçdaroglu wiha axivî: ‘Bêyî hebûna ti daneyan 25 sal ceza hat birîn. Bi kîjan têgihiştin û hiqûqê? Em vê qet û qet qebûl nakin. Yên ev biryar dane dê di bin vê biryarê de bimînin. Me salên xwe ji bo demokrasîyê dane. Em edaletê dixwazin li vî welatî, em demokrasîyê dixwazin li vî welatî.'

    MEŞA CHPÊ LI BER GIRTÎGEHA MALTEPEYÊ BIDAWÎ DIBE

    Serokê CHPê got, li Tirkiyê edalet nemaye û her diçe binê dewletê tê kolan û ew dê sibe li 11:00 meşa xwe bidin destpêkirin ta ku edalet were vî welatî.

    Hat zanîn ku dê meşa CHPê ya ber bi Stenbolê li ber Girtîgeha Maltepe ku Enîs Berberoglu jî lê dimîne were bidawîkirin.

    HDP: EM BÊ DUDILÎ GIRTINA BERBEROGLU BI TUNDÎ ŞERMEZAR DIKIN

    Li alîyê din Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) jî girtina Enîs Berberoglu şermezar kir.

    Serokê Koma HDPê li Parlamenê Ahmet Yildirim, tarîxên 4ê Mijdara 2016ar û 20ê Gulanê ku parlamentarên HDPê hatibûn girtin wek darbeya siyasî bi bîr xist û li ser girtina Enîs Berberoglu got, ‘Em girtina Berberoglu ku îro pêk hatiye bêyî dudilîyê bi tundî şermezar dikin.'

    Yildirim di berdewamê de got, "Welatê me ev 4 meh in ser hev rûbirûyî darbeyên siyasî dibe. Darbeya yekemîn a siyasî ku 20ê Gulan a 2016an hat kirin, dê wek darbeya serayê bikeve dîrokê. Darbeya duyemîn a mezin jî 4ê Mijdara 2016an pêk hat. Em îro girtina Enîs Berberoglu bêyî dudulîyê bi tundî şermezar dikin."

     

    Bi heman mijarî:

    Almanya dê peyamên Whatsappê jî bişopîne
    Telebanî: Herêma Kurdistanê di qonaxekî dîrokî de ye
    Pûtîn: Me berê nexwest piştgiriyê bidin Snowden
    ‘Tirkiye dixwaze li bakurê Sûriyeyê çi bike?'
    YPG: Dibe operasyona Reqayê bi mehan dewam bike
    Li Enqereyê teqîn: 2 mirî 3 kes jî birîndar bûn
    Etîketan:
    Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de