04:32 16 Kanûn 2017
Zindî
    Polês, serdegirtin, binçavkirin

    Li Amedê gelek endamên KCD û DBPê hatin binaçavkirin

    © REUTERS/ / Sertac Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 30

    Li gorî zanyariyên berdest, hêzên ewlehî li Amedê bi ser navnîşanan de girtin û gelek siyasêtmedar binçavkirin.

    Hat ragihandin ku li Amedê polîsan bi ser gelek malên siyasetmedarên kurd de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de endama Tevgera Jinên Azad (TJA) Sara Aktaş, Ayşe Gokkan, Zeynep Altinkaynak, Nalan Gozenî, Şahcan Tunel, Sibel Îldan, Hatîce Uçar, endamê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Abdurrahim Dag, endamê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Ercan Aslan, Devran Ak, endamê Meclîsa DBPê Salih Keleş û Şaredara Baglarê a berê Yuksel Baran hatin binçavkirin.

    Heta niha hêzên ewlehî sedema kesên ku hatine binçavkirine eşkere nekirine. Li gorî zanyariyan siyasetmedarên kurd ku hatin binçavkirin birin Midûriyeta Ewlehî ya Amedê.

    Bi heman mijarî:

    Li Stenbolê operasyona DAIŞê: 18 kes hatin binçavkirin
    Li navçeyên Stenbolê operasyon: 7 kes hatin binçavkirin
    Li Boluyê leşkerekî tirk hat binçavkirin
    Li Amedê operasyon: 28 karsaz hatin binçavkirin
    Endamê ENKSê li Dirbêsiyê hat binçavkirin
    Etîketan:
    Tevgera Jinên Azad (TJA), DBP, KCD, Şahcan Tunel, Sibel Îldan, Hatîce Uçar, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de