10:16 13 Kanûn 2017
Zindî
    Şahe Tayurak

    Dîroka zindî û şahida buyerên serhildana Şêx Seîd: Pîra 130 salî

    © Sputnik/ Sertaç Kayar
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    Sertaç Kayar
    0 51

    Pîra bi navê Şahe Tayurak bi temenê xwe balê dikşîne. Tayurak heger çiqas di nasnameyê de temenê wê 98 be jî ya rastî ew e ku 130 salî ye. Tayurak şahide buyerên sala 1915an ku milyonek û 500 hezar ermenî hatin kuştin û serhildana Şêx Seîd e.

    Pîra bi navê Şahe Tayurak bi temenê xwe şahidîya gelek bûyerên dîrokî kirîye. Tayurak li navçeya Sûra Amedê bi malbata kurê xwe re dijî. Tayurak êdi gûhê wê giran û çavê wê nabîne. Li mala ku dimîne kur û keçê wê û torinê wê jî di navde 20 kes dijî. Pîra Şahê li gorî nasnameyê 98 salî ye. Kurê wê Cemal dibêje ku rastîya temenê pîrê 130 ye û nasnameya xuşka xwe nîşan dide ku ew 91 yek salî ye. Her wiha li gorî nasnameyê di navbera wan 7 sal heye û ev jî ne mimkune.

    ‘ŞAHIDA BUYERÊN 1915AN Û SERHILDANA ŞÊX SEID E'

    Hevserê pîra Şahê yekemîn Ermene û 2 zarokê wê çêdibe. Piştî ku hevserê wê yê Ermen jiyana xwe ji dest dide zewaca duyemîn dike. Kurê pîra Şahê Cemal dibêje ku pirê ji wan re behsa gelek buyerên dîrokî di kir û wiha axivî: "Ji xuşk û birayên wê kesekî ku dijî tune. Ew tenê ma ye. Birazên wê gîhîştîne 100 salî ya xwe. Li gund neviyê wê heye û ew 80 salî ye. Ez kurê wê yê biçukim û 60 salî me. Birayê mi yê mezin 91 salîye. Pirê ji me re behsa buyerên 1915an ku Ermen çawa di hatin kuştin. Behsa 2 xelayên xedar dikir û di got tişt tine bu ku em bixwin. Dîsa behsa serhildana Şêx Seîd dikir û bavê wê jî tevlî serhildanê bûye û di pevçunan de hatîye kuştin. Di dema serhildana Şêx Seîd de zewcandî û 30 salî bu. Gundê wan jî hatibu şewitandin. Xuşka wê di temenê 115an de jiyana xwe ji dest da."

    ‘450 NEWIYÊ WÊ HEYE'

    Tayurak diyarkir ku ji 450 zêdetir torinê pirê heye. Tayurak wiha berdewam kir: "Li her bajarê Tirkiyê newiyê we hene. Heta li Suriyê jî xizmên wê hene. Rojekê em runiştin û me yek bi yek hisab kir ku 415 newiyên wê heye. Aniha 450 derbas kirîye. Hinek newiyên we hene ez bibinim ez nasnakim. Mi ji bo temenê wê rast serî li nexweşxanêyê da lê bijişk lê ne nêri. Ez dixwazim temenê wê rast hîn bibim. Ez ê dîsa serî li nexweşxaneyê bidim."
    Malbata Tayurak ji navçeya Farqinê ne. Di sala 1991an de gundê wan hat vala kirin û koçî navenda Amedê kirin. 16 sal e li navçeya Sûrê dijîn. Aniha jî tê xwestin ku xaniyê wan xera bikin.

    Bi heman mijarî:

    Nevîyê Şêx Seîd, Faysal Firat hat berdan
    Serokê berê yê Baroya Stenbolê: Şêx Seîd sixûrê Îngilîzan û Îsraîlê bû
    Pankarta AKPê ya di derbarê Şêx Seîd de hat rakirin
    Pankarta AKPê ya bi navê Şêx Seîd ku li Amedê hate daleqandin bû sedema nîqaşan
    'Serhildana Şêx Seîd ji bo hemû tevgerên kurdan bû sembol û referansek'
    Etîketan:
    Dîroka zindî şahida serhildana Şêx Seîd, Pîra 130 salî, Şahe Tayurek, Amed, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de