08:56 20 Hezîran 2018
Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş

Demirtaş: Nameyên AKP û MHPeyiyan min dilxweş kirin

© AFP 2018 / STRINGER
Tirkiye
Lînkê kurt
0 41

Hevserokê HDPê yê Stenbolê Selahattin Demirtaş ku bi mehane di girtîgeha Edirneyê de hepsiye bersiva pirsan da. Demirtaş di bersiveke xwe got: "Nameyên AKP û MHPyiyan min dilxweş kirin."

Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş bi navbeynkariya parêzerê xwe pirs bersivand. Demirtaş di bersivdayîna pirsekê de got: "Ji ber şert û mercên girtîbûnê pêwendiya min a bi derve re pir bi sînor e û heta niha ji gelek derdoran min nameyên piştgiriyê wergirtin."

Selahattin Demirtaş di bersivdayîna pirsekê de dibêje: "Piştî ku ez hatim girtin ti rêvebirekî AKPeyî serdana min nekiriye û bi min bi wan re hevdîtin pêk neaniye. Lê gelek kesên ku xwe wekî CHP, AKP heta MHPeyî nîşan didin bi sedan nameyên piştgiriyê min wergirtin û ev jî min pir dilxweş dike."

‘EM JI TIRSA NARECIFIN'

Demirtaş di peyama xwe de got: "Bi girtina me dixwazin tirsê li civakê belav bikin, em jî ji bo em vê tirsê bişkînin min girîngî da hûner û wêjeyê. Bi vê dixwazim vê peyamê bidim; em di hicreyên girtîgehê de ji tirsa re narecifin. Moralê baş e, em bihêz in û natirsin. Li vir derfet gelekî kêm in, lê dîsa ez demê ji hûner û wêjeyê re vediqetînim."

Bi heman mijarî:

Doza Demirtaş çima dirêj hat taloqkirin?
Daxwaza Demirtaş nehat qebûlkirin
Demirtaş wêneyeke din xêz kir
Demirtaş li Enqerê derdikeve pêşberî dadgehê
Hevseroka nû ya HDPê: Demirtaş ev demeke dirêje li ser nexşerêyekê dixebite
Etîketan:
MHP, CHP, AKP, Hevserokê HDPê, Selahattin Demirtaş, Edirne, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de