07:50 12 Kanûn 2017
Zindî
    Navenda Giştî ya Emniyeta Stenbolê

    Ji bo 189 parêzerî biryara binçavkirinê hat dayîn

    © AP Photo/ Lefteris Pitarakis
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 10

    Li Stenbolê li hemberî parêzerên FETO/PDY operasyon hat destpêkirin. Li gorî zanyariyan 189 parêzerên ku bernameya ByLockê bikar anîne derheqê wan de biryara binçavkirinê hat dayîn.

    Li gorî nûçeya rojnameya Sabahê îro berê sibehê bi dîrektîfa Serdozgerê Komarî yê Stenbolê li hemberî parêzên FETO/PDYê ku bernameya ByLockê bikar anîne operasyon hat destpêkirin. Ji 189 parêzerî 79 jê ji terefê hêzên ewlehî ve hatin binçavkirin.

    Dîrektîfa operasyona binçavkirina parêzeran ji terefê Wekîlê Serdozgerê Komarî yê Stenbolê Hasan Yilmaz ve hat dayîn. Îro berê sibehê hêzên ewlehî li hemberî 189 parêzerên ku endamê Baroya Stenbolê bûn û bernameya ByLockê bikar anî bûn operasyon dane destpêkirin.

    Operasyona parêzeran li navenda Stenbol û 8 bajaran pêk hat û di operasyonê de ji 189 parêzeran 74 hatin binçavkirin. Parêzerên binçavkirî piştî kontrola edlî birin Midûriyeta Ewlehî ya Stenbolê.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Serokê Giştî yê ÇHDê Kozagaçli jî di nav de çend parêzer hatin binçavkirin
    Parêzer Boztoprak: Rewşa Ahmet Turk di metirsiyê de ye
    Li Antalyayê 7 parêzer hatin girtin
    Li Izmîrê gelek parêzer hatin desteserkirin
    Parêzer ji berevaniya bersûcên doza kuştina Hrant Dink vekişiyan
    Etîketan:
    Operasyona binçavkirina parêzeran, FETO/PDY, Stenbol, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de