22:53 12 Kanûn 2017
Zindî
    Înşeat

    Li Enqereyê êrişî karkerên kurd kirin, karker ji înşeatê avêtin

    © AFP 2017/ SAID KHATIB
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 24

    Şevê din li navçeya Nallihan a Enqereyê grûbeke ku dora 100 kesî bû bi ser şantiyeye de girtin û êrişî karkerên kurd ku ji Çewligê hatibûn kirin.

    Şevê din li navçeya Nallihan a Enqereyê grûbeke ku dora 100 kesî bû bi ser şantiyeye de girtin û êrişî karkerên kurd ku ji Çewligê hatibûn kirin. Grûba faşîst karkerekî kurd ji înşeatê avêtin û paşî Sirûda Azadî (İstiklal Marşi) bi karkeran dane xwendin.

    Xwendevanê zanîngehê F.Cyê ku birîndar bû bûyera ku di serê wî de derbas bû ji Serkan Alanê malpera Duvarê re vegot. F.C di axaftina xwe de got: "Ji bo ku ez hinek pere bidim hev ez ji Çewligê hatim vir. Berî bûyerê kesekî kêm aqil, li meydana Nallihanê diruşma ‘Bijî Kurd' davîne. Ev kesê kêm aqil hevalê karkerên înşeatê ye û di navbera xwarinan de carinan nan didin wî jî. "

    ‘HÛN BIMÎNIN EM Ê WE BIKUJIN'

    F.C di berdewamiya axaftina xwe de got: "Êrişkaran em tehdît kirin, gotin heke hûn li vir bimînin em ê we bikujin. Vê sibehê ez jî vegeriyam Çewligê. Hê jî hevalê min ku ji înşeatê avêtin xwarê û yê ku lê didan li ber çavê min e. "

    Bi heman mijarî:

    HACK - 'Rûpela Spûtnîk Kurdistanê ya Facebookê kete destê faşîstan'
    Li Besreyê mala wezîrê iraqî rastî êrişê hat
    Boksorê îtalî yê ku li Vatîkanê amadehiya êrişê dikir, 6 sal siza xwar
    ‘Du jinên CHPeyî ku kampanyeya ‘na' dimeşandin rastî êrişê hatin'
    Nûçegihanê Die Zeitê: Di mitînga Çavuşoglu de rastî êrişê hatim
    Pêşmerge li Şingalê rastî êrişê hat: 3 birîndar
    Etîketan:
    Li Enqereyê êrişî karkerên kurd kirin, Enqere, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de