15:04 12 Kanûn 2017
Zindî
    AKP - AKPê

    Şaredarê AKPeyî ji wezîfeya xwe îstîfa kir

    © AFP 2017/
    Tirkiye
    Lînkê kurt
    0 23

    Serokê Şaredariya navçeya Eskipazara Karabûkê yê AKPeyî Dursun Baş ji ber pirsgirêkên xwe yên tendirustî ji wezîfeya xwe îstîfa kir.

    Serokê Şaredariya Eskipazarê Dursun Başê 58 salî ji sala 2009an ve şaredariyê dike û ev demeke tedawiya nexweşiya pençeşêrê dibîne. Baş daxwaznameyek ji qeymeqamiya navçeyê re nivîsand û ji ber nexweşiyê ji wezîfa xwe îstîfa kir.

    Dursun Baş di dxwaznameya xwe ya qeymeqamiyê de got: "Bi hêza desthilatiya AKPê gelek hedefên me yên mezin hebûn. Lê ji ber tendirustiya min feda min zêde çênabe. Ji bo xizmetên şaredariyê neewiqin ev demeke min hemû erkên xwe dewrî Cîgirê Şaredar Idrîs Ornekbaşi kirin. Ez naxwazim Eskipazar ji ber tendirustiya min ku ez pir zêde jê hez dikin rastî kêmxizmetbûnê were."

    Bi heman mijarî:

    Şaredarê AKPê hat desteserkirin
    Li dijî şaredarê AKPê êrîşa çekdarî!
    Şaredarê AKPê Ayhan: ‘Kîjan kurd dengê xwe bide AKPê ew ne kurd e'
    Keça Serokê Şaredarê AKPeyî ji FETO hat girtin
    Şaredarê AKPeyî û hevsera wî ji FETOyê hatin binçavkirin
    Etîketan:
    Serokê Şaredariya Eskipazarê, AKP, Idrîs Ornekbaşi, Dursun Baş, Karabûk, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de